Li Kantona Cizirê amadekariyên 8'ê Adarê

10:57

 


Rojda Serhat/JINHA


CİZÎRE - Jinên Ereb, Sûryanî û Kurd, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kantona Cizîrê  civînek li dar xistin. Jin, ji bo balê bikşînin ser Şoreşa Rojava dê heyetekê bişînin Nisêbînê ya cihê destpêka  Meşa Jinên Cîhanê ye.


Rêxistinên jinan, ji bo 8'ê Adarê li Kantona Cizirê dest bi amadekariyan kirin.  Li gor renginiya Kantonê di salvegera Xweseriya Demokratîk de gelek jinên Ereb,Sûryanî û Kurd bi rêxistinên xwe tevlî amadekariyên 8'ê Adarê bûn. Yekitiya Star, jinên PYD'ê, Yekitiya Jinên Sûryanî,Partiya Çep, Partiya Guherandinê û jinên ji Partiya El Haya El Vatan Ya Arabiya tevlî civînê bûn.Jin, komîteya amedekariyê ava kir û bernameya 8'ê Adarê derxist. Ji bo bal kişandina Şoreşa Rojava jî jin,biryar girtin ku bi heyetek dê biçin Nisêbînê ya cihê destpêka  Meşa Jinên Cîhanê. Dîsa ji bo Meşa Jinên Cîhanê li bajarên Rojava dê çalakiyên silavdayinê were kirin.


'Pir zimanî dê esas were girtin'


Jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê di pankart, flama û hwd.. de renginiya Kantonê dê derxînin pêş û pir zimanî dê esas were girtin. Pêşkeşkirina bernameyê jî wê bi Kurmancî û Erebî were kirin. Her wiha bi folklor, skêç û bi mûzikan re, ev rengînî dê dewlementir bibe. Jinên ku di Komîteya Amedekariya  Mitîngê de cîh digrin û nûnerên rêxistinên jinan di mitîngê de wê axaftinên xwe bikin. Şîara mîtîngê jî ji hemû gel û bawerîyên ku dê tevlî mitingê dibin, wê li gor xwe amede bikin.


Şîarên ku hatinê diyar kirin wiha ne:


-Jin, li Kurdîstanê  bi rêxistin û berxwedayina xwe ber bi azadiyê ve dimeşe


-Berxwedana Arînan tolhildana Sakîne û Rozayan e


-Azadbûyina Serok Apo azadbûyina jinê ye


-Li Rojava her roj 8' Adarê ye


-Serfiraziya Kobanê serfiraziya jinê ye


-Her bijî Şoreşa me ya Rojava ya jinê


-Bê jin jiyan nabe, ji koletiyê re na!


-Jina azad hêza avakirina civaka demokratîk e


-Nasnameya jina azad, jina têkoşer e


(ch/zt)