‘Îdam ne çareseriye, divê hişmediya mêrane bê tunekirin’
11:41
Handan Tufan/JINHA
İZMİR – Parêzer Şenay Tavus piştî qetilkirina Ozgecan Aslan ketina rojevê ya biriyara ‘îdamê’ rexne kir û got: “Heger di dadhegan de jî bersucan weke mexdur nîşanbidin dê ji bo zêdekirina ceza çî guherîn bibe?”
Piştî qetilkirina Ozgecan Aslan ya li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê di aliyê deshilatiyê de nirxandinên “îdamê” derketiye pêş. Jin van nirxandinan weke şêweyek dinê yê pergala deshilatiyê dinirxînin. Parêzera Mafê Mirovan Parêzer Şenay Tavus bibîr xist ku berî niha demekê cardin li Qers û Edeneyê ji ber qetilkirina jin û zarokan nîqaşên wiha derketibûn pêş û wiha domand: “Ji bo mêrên sucên zayendî dikin danîna şerenqeyên kêm kirina hormonan ketibûn rojevê. Em weke parêzvanên jin van îtiraz dikin. Şideta zayendî bi hormonên mêran ve ne girêdayiye. Ev hemû encama hişmendiya jinan weke mal û milkê mêran dibîneye. Her wiha xistina hormonên mêran rewşek demiye. Ji ber heger asta hormonên wan bînin xar jî dê cardin van sucan bikin.”
‘Ji bo ser kar hiştina deshilatiyê destê wan bi hêz dike’
Şenay bilêv kir ku nirxandina van sucan di wateya xwe de ne cezakirina sucdarane û wiha berdewam kir: “Berevajî ji bo mêrên van sucan dikin weke ne bi destê xwe dikin ji nû ve meşrukirine. Ji ber wê jî em bertek nîşanî van nêrînan didin. Ev ne nexweşiyeke. Êrîşkar ne nexweşin. Dixwazin bi vî awayî pêşiyê li sucan bigirin. Bi van sucan carekdinê anîna rojevê ya îdamê ji bo Tirkiyê gelek metirsiye. Di hemû dozên şideta ser jinan de sucdar ji der ve tên darezandin. Hemû delîl nayên girtin. Di her darazekê de jiyan û hoyê jinan tên pirsîn. Ji bo parastina sucdaran çîrokên weke jin wan tehrîk dikin derdixin. Heger cezayê îdamê bînin jî dê di dadgehan de bi qasî bên îdam kirin ceza neyê dayîna êrîşkaran. Dê tenê ev ceza ji bo yên li heber dewletê radibin bên sepandin. Dê ji bo yên li hemberî îktidarê muxalefetê dikin bên sepandin. Ev bi giştî ji bo xapandina civakê û bihêz kirina destê deshilatiyêye.”
‘Divê ji bo çareseriyê hişmendî bên guherîn’
Şenay bilêv kir ku ji bo çareseriyê divê hişmedî bê guherîn û wiha dom kir: “Heger di dadhegan de jî bersucan weke mexdur nîşanbidin dê ji bo zêdekirina ceza çî guherîn bibe?” Şenay diyar kir ku heya newekhevî hebe tu ceza ji bo tiştekê nabe. Şenay ji bo elektrikli keleopçe ya ku Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Ayşenur Îslam jî wiha got: “Heya bihişiya ew polîsê wê kelepçeyê bikar tîne neyê guherîn dê tiştek neyê guherîn. Ji ber wê jî pêdivî bi guherîn û veguherîna civakî heye.”
(zt)

