Ji YPG/YPJ’ê re silava 158’emîn

12:14

JINHA


RIHA - Welatiyên li gundên sînor nobeta berxwedanê digirin carek din hatin cem hev û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê silav kirin.

Welatiyên li gundên Miseynter, Mehser û Elîzêrê yên nobeta berxwedanê digirin çalakiya xwe ya berxwedanê berdewam dikin. Bi sedan welatî weke her rojê hatin cem hev û berxwedana YPG û YPJ'ê ya Kobanê silav kirin. Di çalakiyê de welatiyan alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê û posterên Rêberên PKK'ê hatin hilgirtin. Welatiyan zîncîra mirovan li dar xist û bi dirûşmeyan berxwedan Kobanê ya dîrokî silav kirin.

(zt)