'Xêza azadiya jinê' rêgeza HDP'ê ye

12:46

 


 Bêritan Elyakut/JINHA


AMED - Ji bo hibijartinên parlamenteriyê, serlêdanên namzetiyê di 16 Sibatê de destpêkir. HDP jî rêgezên xwe yên ji bo namzetiyê  diyar kir. Li gor  krîterên ji bo namzetên mêr ku 'li hemberî jinê tundî bikaranîn, gotin û zimanê zayendperestî bikaranîn,di demên borî de li hember jinê tawanbarî hatibe kirin' ji HDP'ê nikarin bibin namzet. Ji bo namzetên jin jî,'kesên ku azadiya jinê esas digrin' rêgezên li pêş tê girtin e.


Hilbijartinên Gişti yên Parlamenteriyê  di 7'ê Pûşberê de  dê were çêkirin. Ji bo hilbijjartinan HDP jî rêgezên xwe diyar kir. Di 10'ê Sibatê de îstîfayên memûran, 16'ê Sibatê de jî serlêdanên namzetiyê destpêkir. HDP jî li gor vê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê û starta hilbijartina bi stratejiya diyarkirina namzetan da. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gûlşen Ozer der heqê pêvajoya hilbijartinan de wiha axivî:'' Me hemû koordînasyona bajêr û komîsyonên xwe ava kir. Ji bo lezkirina xebatên hilbijartinê me komîsyona namzetan ji pêk anî. Li gor vê di 16'ê Sibatê de jî me dest bi xebatan kir.''


'Biryarên me dê bi hevparî were girtin'


Gûlşen da zanîn ku mebesta wan diyarkirina  275 namzetên jin ê û got ji bo xebatek herî baş were meşandin bi hêzek bilind dixebitin. Gûlşen axaftina xwe wiha domand:'' Em dê  bi şîara 'rûhê amatorî, xebatên profesyonel' tevbigerin. Li hemû bajaran mîtîngan li dar bixin.'' Gûlşen da xuya kirin ku namzet dê bi rêbaza venêrîna navendî were diyarkirin û wiha got:''  Serlêdan, bi hûrnêrîna Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî dê were zelal kirin û serlêdanên  ku ne li gor krîteran be ji wê di nava 5 rojan de agahî were dayin. Qebûlkirin an jî redkirina  dosyayê bi biryara komîsyonê ya hevparî dê were girtin.''


' Xêza azadiya jinê dê esas were girtin'


Gûlşen dest nîşan kir ku di diyarkirina namzetan de rêgeza xêza azadiya jinê dê esas were girtin û wiha berdewam kir:'' Gengaz be temsîlyeta wekhevî wê pêk were. Di komisyona hilbijartinan de jî diyarkirina namzetan de jî ev dê krîterên bingeh bin.'' Gûlşen anî ziman ku bi namzetên jin re wê komîsyona jinan hevdîtin pêk  binin û got ji bo serlêdana namzetiyê bûhaya ku  mêr bidin 2 hezar TL,  ya jina  hezar TL û ji bo astengiyan jî wê tiştek neyê girtin. 


'Jin di HDP'ê de wê werin ba hev'


Gûlşen bi lêv kir ku bendewariya wan ewe ku serlêdanên jina zêde be û got:'' Ji ber ku mebesta me ya temsîlyeta wekheviyê heye em dixwazin hemû jinan di binya bana HDP'ê de bînin ba hev. Di hilbijartinên 2011'an de me temsilyeta wekheviyê xist jiyana xwe.  Pergala  hevserokatiyê jî encama rol û mîsyona jinê ya di nava jiyanê de ye.''Gûlşen der heqê krîterên ji bo jinan tê xwestin de jî axivî û bi lêv kir ku krîterên herî girîng welatparêzî,bi pergala heyî re tû têkiliya wan tune be û pejirandina  civaka ahlakî û polîtîk e.


'Raboriya mêran dê were nîrxandin'


Gûlşen derbarê krîterên ku ji bo mêran tê xwestin de jî axivî û diyar kir ku divê pirjinî tune be, pejirandina perspektîfa nêrîna jinê û meyla tundiyê tune be. Gûlşen da zanîn ku kesên ku 10 sal berê jî şîddetê pêk anî be wê li ber çava were girtin û ew kes dê nikaribe bibe namzet û got, raboriya mêran jî dê were nîrxandin.Gûlşen axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Hemû jin, dema biçin ser sandoqan , ji bo hebûna xwe divê raya xwe bidin HDP'ê. Lewre HDP qada ku jin karibin dengê xwe bigihîjinin her derê ye.''


 


(ch/zt)