Li başûrê Kobanê 10 gundên din hatin rizgarkirin
13:07
JINHA
KOBANÊ - Operasiyonên şervanên YPG/YPJ’ê di çaroveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de 10 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Şervanên YPG/YPJ’ê ji serê vê sibê ve di çaroveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê rêze çalakiyan lidar dixin. Di ecama çalakiyên şervanan de li başûrê herêmê 10 gundên din hatin rizgarkirin. Gundên hatine rizgarkirin jî ev in: “Hemdûna rojhilat, Hemdona rojava, Şehîd Keta, Xerbiya Bekîr, Daviye, Zagros, Xatûnê, Kofî, Xizir Şitî û Nasir”
Şervanên YPG/YPJ’ê çalakiyên xwe li derdora gundê Nasir hê jî didomînin. Li heman deverê şer û pevçûn bi dijwarî di navbera şervanan û çeteyan de rû didin.
(zt)
