Şanda PYD’ê serdan polîtburoya YNK’ê kir

13:26

 


JINHA


SILÊMANÎ - Şanda PYD’ê ya hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah jî di nav de bû serdana polîtburoya YNK’ê kir. Şanda PYD’ê ligel berpirsê kargêriya polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar re hevdîtinek pêkanîn.


Şanda PYD’ê ya ji hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah, nûnerê Yekitiya Star ya başûrê Kurdistanê Nûjîn Yûsif û nûnerê PYD’ê yê başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso pêk dihat, serdana polîtburoya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê kirin. Şanda PYD’ê ji aliyê Mele Bextiyar ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah destpêkê ji malbata fermandarê pêşmergeyan Şehîd Hisên Mensûr, Şêrko Fatih Şiwanî û hemû şehîdên Kurdistanê re sersaxî xwest. Di hevdîtinê de serkeftina Kobanê, rol û hevgirtina şervanên YPG/YPJ û pêşmergeyan guftûgo hatin kirin. Di hevdîtinê de berpirsê kargêriya polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar piştgiriya xwe ji bo Kobanê anî ziman û rola PYD’ê ya di berxwedanê de erênî nirxand û spasiya wan kir.


Di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşeroja Sûriyeyek demokratîk û rewşa berxwedana Rojava, Kerkûk û Şengalê hat gotûbêjkirin.


(zt)