Heyeta jinan bi Hêro Telebanî re hevdîtin kirin

17:04

 


JINHA


SILÊMANÎ - "Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên ku ji aliye DAIŞ'ê ve hatine Ragirtin" a ji bo bi hezaran jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine ragirtin hate avakirin di çarçoveya hevdîtinên xwe de li Silêmaniyeyê bi Endama Polît Buroya YNK'ê Hêro Talabanî re hevdîtin pêk anî.

"Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên ku ji aliye DAIŞ'ê ve hatine Ragirtin" a ji bo bi hezaran jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine ragirtin a ji aliyê KJA, KCD, HDK, DBP, HDP û rêxistinen sivîl ên civakî ve hate avakirin hevdîtinên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê didomîne. Heyeta ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan û Endama PM a DBP'ê Fatma Gul pêk tê bi Nûnera DBP'ê ya Hewlerê Şîlan Emînoglu re çûn serdana Endama Polît Buroya YNK'ê Hero Talabanî û hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li mala Hêro Talabanî pêk hat. Heyeta jinan ji bo platformê ji Hêro Talabanî alîkarî xwest. 

Piştî hevdîtinê Fatma Gul têkildarî hevdîtinê agahiyeke kurt da û wiha got: "Li vir me bi gelek heyet û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Nûqaşên gelek girîng çêbûn. Em ê bi kampanyaya pêş xistiye ve çawa dikarin hevkariyê bikin, xebatan çawa bimeşînin. Têkildarî van mijaran nîqaşên me çêbûn." Fatma têkîldarî hevdîtina bi Hêro Talabanî re jî ev agahî da: " Temsîliyet û rola Hero Talabanî tê zanîn. Li başûrê Kurdistanê cihekî wê yê girîng heye. Me xwest hem biçin serdana wê hem jî ji wê piştgirî xwest. Me xwest vê nêrîna xwe bi wê re par ve bikin. Bawer in dê alîkariyên girîng bide xebatên me." Fatma di dawiyê de got ku ew ê di rojên pêş de têkîldarî mijarê agahiyên berfireh bidin. 

Li bendê ye endamên platformê sibehê derbazî Rojava bibin.

(zt)