Li ser sînorê Kobanê qedexeya duyemîn

17:07

 


JINHA


RIHA  - Walîtiya Rihayê sînorê Kobanê yê ji Girê Spî heta Cerablus cara duyemîn wek herêma qedexe îlan kir.

Di 13-14’ê Sibatê de Walîtiya Rihayê herêma sînor a di navbera Qereqola Sînor a Tekçe ya nêzî Akçakale û qereqola sînor a girêdayî gundê Ziyaret ê Bêrecûkê wek, “Herêma leşkerî ya qedexe” îlan kiribû. Di mesafeya 100 kîlometreyî de bi her awayî qedexekiribû ku mirov nêzî sînor nebin. Piştî wê biryarê dîsa li heman herêmê di navbera 19-23’ê Sibatê de careke din ji aliyê walîtiyê ve wek “Herêma qedexe ya leşkerî” hat îlankirin.

Bi vî awayî wê leşker karibin kesên li wê herêmê nêzî sînor bibin binçav bike û eger pêwîst bike çekan bikar bînin.

(zt)