Çalakiyên jinan yên ‘Em ne di şînê di serhildanê denin’ berdewam dike

17:12

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku îro jî ji bo şermezarkirina qetilkirina Ozgecan Aslan daketin qadan bang li hemû jinan kirin ku li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirinên jinan xwe rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî pêk bînin kirin. 
DÊRIK
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi pêşengiya Kongereya Jinên Azad (KJA) jinên ku daketin qadin qetilkirina Ozgecan Aslan bi meşekî şermezar kirin. Jinên ku li Parka Hunerê ya Ahmet kaya kom bûn û di nav de Hevşaredarên Dêrikê Sabahat Çetînkaya û Abdulkerîm Erdem, rêveberên DBP û HDP'ê, xebatkarên Navenda Jinê ya Paljîn, SES, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê yên jin jî hebûn ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Jinên ku pankarta "Jin jiyan e,j iyanê nekuje" vekirin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Destên ku dirêjî jinê dibin bila bişikên" berz kirin. Li ser navê jinan Gulseren Yuzal axivî û diyar kir ku feraseta ku jinan qetil dike bi feraset û pêkanînê hikûmeta AKP'ê hêzê digire. 

Çalakî bi tîlîlî, çepik û dirûşman bi dawî bû. 
SÊRT
Konseya Xwendekarên Zanîngeha Sêrtê, li kampusê ji bo Ozgecan meşek li dar xist. Komeleya Xwendekarên Demokratîk ê Botanê "BDO-DER) û rêxistinên HDP û DBP'ê jî piştgirî dan xwendekaran. Xwendekarên ku li ber Fakulteya Wêje û Fenê kom bûn pankart û dowîyên qatlîamê şermezar dikin vekirin û heta derveyî kampusê meşiyan. Li ser navê xwendekaran Çavreş Etem axivî û diyar kir ku li dijî şîdetê di serî de jinên ciwan hemû jin têbikoşin. 

Çalakiya xwendekaran bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
NISÊBÎN
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo Ozgecan li Parka BArişê daxuyanî da. Li ser navê jinan Afîfe Yildirim axivî û feraseta zilam a ku jinan qetil dike şermezar kir. Yilidirim anî izman ku ew şîdeta li dijî parlamenterên jin ên HDP'ê jî şermezar dikin û qabûl nakin. Yilidirim got ku ew polîtîkayên qirêj ên li dijî jinan qebûl nakin. 

Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û çepikan belav bûn. 
ENQERE
Meclîsa Jinan a Tum Bel-Sen'ê ya Hejmar 2 ya Enqereyê li cadeya Sakaryayê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan pankarta "Em ne di şînê de ne di îsyanê de ne" vekirin û dowîzên "Ozgecan îsyan a me ye" "Jin jiyan azadî" "Kuştinên jinan polîtîk in" hilgirtin. Piştî rêzgirtina ji bo jinên ku ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin daxuyani hate dayîn. Li ser navê jinên Tum Bel-Sen'ê Belîz Başegmez axivî û destnîşan kir ku tenê di meha borî 26 jin hatine kuştin, 24 jin rastî fuhuşê hatine û 13 jin û zarokên keç jî restî taciz û îstîsmara zayendî hatine. Başegemez da zanîn ku cih û kiryar cude bin jî zimanên ku zilamên şîdetê bi kar tînin heman ziman e û xwest zilamên şîdetê li dijî jinan bi kar tînin cezayên herî giran bigirin. 
STENBOL
Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Stenbolê ji bo balê bikêşe li ser komkujiyên li ser jina di şexsê jina ciwan Ozgecan Aslan ya li Tarsûsê bi awayeke hovane hat qetilkirin li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka KJA ya Stenbolê Hulya Avşar daxuyanî da û diyar kir ku bi qetilkirina Ozgecan Aslan carekî din hat xuyakirin ku qetlîamên jinan encama polîtîkayên sistemê ne û anî ziman ku dewlet berpirsiyarên van komkujiya ne. 
Avşar diyar kir ku azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe û wiha got: "Dema jin li Şengalê rastî tecawûzê hatin ya rast em civak hemû rastî ve tecawûzê hatin. Dema ku Ozgecan Aslan hat qetilkirin civakê dizanî ji ber çi hatiye qetilkirin. Ji ber vê jî me îsyan kir." 
Jinan di daxuyaniyê de banga tevlîbûna meşa di 22'ê sibatê di saet 14.00'an de ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were li dar xistin kir.
AYDIN 
Xwendekarên li Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê dixwînin li dijî qetelkirina Ozgecan meşek li dar xistin. Xwendekarên li ben avahiya rektoriyê kom bûn heta Fakulteya Wêje û Fenê bi dirûşman meşiyan. Li ser navê xwendekaran Yoldaş Taş axivî û got ku dema kujer bên darvekirin jî dê kuştinên jinan bi dawî nebin ji bo ku ev qatlîam bên rawestandin divê bihev re xwe rêxistin bikin. 
MÊRSIN 
Platforma Jinê ya Mêrsînê jî daxuyand ku ew ê çalakiyên 8'ê Adarê yên îsal diyarî Ozgecan bikin. Li Navenda Şewirmendiyê ya Jinê ya ÎŞTAR'ê ya Şaredariya Akdenîzê, endama Kolektîfa Keda Jinê ya Mêrsînê Gonca Ocakçi li ser navê jinan daxuyanî xwend û got ku ew îtirazî sîstema desthilatdar a zilam dikin. Ocakçi got ku li her dervê cihanê jin bi rengên xwe ve derdikevin qadan û û derkevin jî û ew ê çalakiyên 8'ê Adarê yên Roja Jinan a Cihanê diyarî Ozgecan Aslan bikin, Platforma Jinê ya Mêrsînê ji 21'ê Sibatê heta 8'ê Adarê çalakiyan li dar bixin. 
WAN
Baroya Wanê ji bo Ozgecan li ber Edliyeya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endama Lijneya Rêveberiya Baroya Wanê Hulya Kormkaz axivî. Korkmaz bilêv kir ku li Tirkiyeyê her sal, her meh û her saet Ozgecanên nû tên qetilkirin û wiha got: "Ji aliyê dewletê ve tedbîr nayê girtin û piştî ku bûyer pêk tên jî cezayên giran nayê dayîn.
Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YODER) jî ji ber xwaringehê heta Saziya Kredî Yurtlarê ve meşiyan. Li vir rêz hate girtin û li ser navê xwendekaran Rojda Oguz axivî. Oguz anî ziman ku qurbanên yekemîn ên sîstema desthîlatdar jin in, tenê navê jinan tên guhertin. 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî bi dawî bû.
AGIRÎ
Bi sedan welatiyên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxên KESK'ê ve kom bûn li cadeyên Qaxizman û Cumhuriyetê meşiyan. Hevşaredarên Agiriyê Sirri Sakik û Mukaddes Kubilay, rêveberên HDP, DBP û DÎSK'ê jî beşdarî meşê bûn. Jinan di meşê de pankartên qetlîamê şermezar dikin rakirin û piştî meşê Gulîstan Îçer axivîb Îçer got ku ji bo ku kujer bê ceza nemînin dê li qadan bin.
AMED
Xwendekarên Lîsê û Zanîngehê bi munasebeta şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Ozgecan Aslan a li Tarsusê ji aliyê 3 mêran ve bi awayek hovane hatibû qetilkirin li navçeya Yenîşehrê li ber AZC Plazeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran bi pankartên "Ozgecan Aslan bê mirin e"," Jin jiyan azadî", "Destên dirêjî namusê bin dê bişkênin" û " ji bo hişmendiya tecwûzê na, heya tecawûz biqede em ê têkoşîna xwe dewam bikin" û dirûşmên "Ozgecan bê mirine", "Jin jiyan azadî", "Mêr dikuje dewlet di parêze" hat berzkirin. Li ser navê xwendekaran daxuyanî ji aliyê Leyla Esmer ve hat xwandin, Esmer diyar kir ku di kesayetiya Ozgecan Aslan de em li dijî hemû komkujiyan em hatine cem hev û wiha got: " Ozgecan ne jina yekeme ku hatiye qetilkirin. Lê ji bo ku ev qetilkirin bi be komkujiya dawî em ê herdem li qadan li ber xwe bidin û têkoşînê bilind bikin."
Esmer da zanîn ku li Tirkiyeyê di nava mehekê de 26 jin hatine qetilkirin, 7 jin jî rastî tecawûzê hatine, 24 jin jî bi zorê fihûşê hatine kirin, 36 jin jî hatine birîndarkirin û 13 jin jî rastî tacîzê hatin."

(kom/zt)