‘Kobanê ji bo cîhanê giştî bûye sempola berxwedanê’

17:30

 


JINHA


KOBANÊ – Dayikên Aştiyê ku ji Bakûrê Kurdistanê derbazî Kobanê bûne, tevî şervanên YPG’ê li kolanên bajar geriyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayîkan gotin ku kesên dixwazin kurdan nas bikin divê li berxwedana Kobanê binêrin.


Dayîkên Aştîyê ku ji bajarên Amedê û Pirsûsê hatibûn Kobanê, îro li nava kolanên bajar geriyan  û li Taxa Miştenûr daxuyaniyek dan. Dayîkên Aştiyê bi alîkariya  şervanên YPG’ê li kolanên bajar geriyan û li cîhên ku berxwedana dîrokî lê hatiye nîşandan lêkolîn kirin.


Piştî gerê, Dayîkên Aştiyê li Taxa Miştenûr  daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Dayikan ev tişt anîn ziman: “Destpêkê  em spasiya şervanên YPG’ê  dikin ji ber cihên berxwedanî  û lehengî lê hate meşandin  nîşanî me dan. Em bejna  xwe li ber  tevhî  şehîdên Kobanê û  Kurdustanê ditewînin û wan bibîr tînin. Em dibêjin bila cîhan  hemû werin  Kobanê û berxwedaniya Kobanê ya li  dijî dijminên mirovahiyê  jinêz ve bi şopînin. Yên ku dixwazin  gelê Kurd nas bikin û  gelê Kurd çi dixwazê, bila berxwedaniya Kobanê  baş bişopînin. Gelê Kurd  tû carî xilas nabe. Heger yek ji me şehîd bikevê wê bi dehan cihê wan bigirin. Hêzên navnetewî li ser Kobanê  bazarê dikir û digotin wê Kobanê bikeve. Dewleta Tirk bi hemû qirêjiya xwe û destekên ku dane çeteyên DAIŞ ê êrîş birin  ser  Kobanê, lê bi saya berxwedana  şervanên gelê Kurd YPG/YPJ’ê  Kobanê neket û nakeve. Kobanê ji bona  cîhanê giştî bûye sempola berxwedaniyê.”


Piştî daxuyanê Dayîkên Aştiyê ji taxê veqetiyan.


(zt)