'Sînorên tên guhertin hişmendiya nayê guhertin'

09:49

 


Mizgin Tabu/JINHA


STENBOL – Hînkara Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Neşe Ozgen ji sala 2000’an ve ser sînorên Suriye, Îraq û Îranê dest bi xebatek civaknasî û antropolojî kiriye. Neşe diyar kir ku di dema wê xebatên xwe berdewam dikir de sînor dihatin guhertin û got: “Sînor di wateya xwe de ne têlên navbera du welatan denin. Ne cihê girêdana du erdnîgariyên cuda ye. Sînor cihek yê derbasbûnêye. Lê her dem biriyara dewletê ser sînoran tê guhertin.”   


Komara Tirkiyê di serî de ser erdnîgariya Kurdistanê, ser erdnîgariyên cuda navê xwe bi qirkirinan li dîrokê nivisiye. Xelekên wan wiha berdewam kiriye Zîlan, Sêwas, Dêrsim, 33 gule, Roboski… dirêj dibe. Rastiye civaknasiyê jî mijarek lêkolînê ya cudaye. Bi tayîbetî jî li Qelqeliyê 33 welatî dan ber guleyan. Qirkirina 33 guleyan û ji aliyê balefirên TSK yê ve 17 jê zarok qetilkirina 34 Roboskiyan ser sînorê T.C yê suni ser erdnîgariya Kurdistanê piştî Lozanê hatî xêzkirin balkêşe. Hînkara Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Neşe Ozgen ji sala 2000’an ve ser sînorên Suriye, Îraq û Îranê dest bi xebatek civaknasî û antropolojî kiriye. Neşe encama lêkolînên xwe bi JINHA yê re par kir. Neşe diyar kir ku qirkirina Roboski di heman demê de qirkirina 33 guleyan bibîr dixe.


Giringiye 33 guleyan   


Neşe wiha dibêje: “Qirkirina Roboski di jiyana min de hem êşek gelek mezine û hem jî bûye yek ji bûyerên ser sînoran yên ku ez ser lêkolîn dikim.” Neşe da zanîn k udi nava salên 2000 û 2003’an de li navçeya Qelqeliya Wanê ser sînorê Îranê ser gundê ku 33 gule lê hatî jiyîn lêkolînek antropolojîk kiriye û wiha got: “Li wî gundî piştî qirkirina 33 guleyan çîrokên cuda yên gundiyan yên ji bo welatîbûnê min guhdar kirin. Ya ku herî min mereq dikir welatî bi dewletê re din ava têkiliyên çawan debûn. Piştî 33 guleyan pêvajoya hiquqî çawan bû.”


‘Heger ne meseleyek siyasî be hesabê xwîna qaçaxçiyan nayê pirsîn’


Neşe destnîşan kir ku dema wê qirkirina Roboskiyê bihistiye ew ser 33 guleyên nû bûye nebûye fikiriye û wiha domand: “Gelo ev çîrokek dinê ya qirkirinên ser sînore? Ser sînoran her dem qirkirin dibin. Heger ev bûyer neyê rewşek siyasî, bi giştî qetilkirinên ser sînoran dê neyên pirsîn û dê hesabê xwîna qaçaxçiyan neyê pirsîn.”


 Neşe derbirî ku her dem sînor tên guhertin, li gel guherîna sînoran divê Komara Tirkiyê nêrîna xwe jî biguhere û wiha berdewam kir: “Di rastiyê de sînor di wateya xwe de ne têlên navbera du welatan denin. Ne cihê girêdana du erdnîgariyên cuda ye. Sînor cihek yê derbasbûnêye. Lê her dem biriyara dewletê ser sînoran tê guhertin.”  Neşe bilêv kir ku sînor ne tenê xeta navbera du welatane, di heman demê de din ava herêma xwe de jî li gorî tayîbetiyên xwe tên guherîn û wiha dom kir: “Nimune tayîbetiyên sînorê Hopayê ji yê Derekoyê cudaye. Tayîbetiyên sînorê Nisêbînê ji yê Qelqeliyê cudaye. Her wiha divê her bûyer li gor dem û cihê xwe bê nirxandin û destgirtin.”


Neşe balkişand ser şerê li Rojava û piştî şer bîranînên mane û wiha got: “Divê em heman tuştî li Roboskiyê jî bikin. Divê mirov êş û xemgîniyên xwe ji bîr nekin û hesabên wan biprisin. Lê hakimê ku dixwaze van şopan nehêlin û van kirinan bi mirovan bidin jibîr kirin hene.”  


(zt)