Ji bo welatiyên Kobanê şahî hate lidarxistin
10:05
JINHA
RIHA - Ji bo welatiyên Kobanê yên ku li konbajarê Kader Ortakaya dimînin bi pêşengiya rêveberiya konbajar ve şahî hate lidarxistin. Di bernameya ku bi tevlûbuna sedan welatiyan ve pêk hatî de xebatkarên Çand û Hunêrê ya Baqî Xido bi stran û helbestên xwe ve reng da şevê.
Ji bo welatiyên Kobanê yên ku li konbajarê Kader Ortakaya yê ku ji aliyê şaredariya Pîrsusê ve hatî vekirin dimînin bernameyekê şahiyê hati lidarxistin û bi sedan welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de zarokên xebatkarên Çanda û Hunêr a Baqî Xido welatiyên tevlî bernamê bûn stranên xwe û gelek stranên din ji welatiyan re parve kirin.Welatiyan xelekek a mezin girêda û kesên dixwazin stran û helbestên xwe bibêjin di cihê xwe de stran gotin. Zarokên Kobanê yên ku temenê wan navbera 5-8 salî de keyfxweşiya xwe bi stran û helbestan ve anîn ziman. Gelek welatiyan stran gotin û her wiha berpirsyarên konbajarê Kader Ortakaya Ayhan Ohancan jî du helbest xwendin û kêfxweşiyek mezin şeva xwe derbaskirin.
Dawiya bernameyê de ciwanên konbajar bi stranên berxwedana Kobanê dibêjin ve govend girêda û gelek welatî heta saetên dereng govend girêdan. Dema ku stran dihatin gotin zarok û welatiyên konbajar tevlî dibûn û her wiha dawiya şahiyê de govend hat girtin û bername bi dawî bû.
(kom/zt)

