Ji bo Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya nameya bi wate

10:13

 


JINHA


RIHA - Ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sêrtê ji bo Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrkan name û 2 kolî pirtûk şandin.

Welatiyên li gundê Miseynterê ya ji bo piştgiriyê bidin şervanê YPG/YPJ'ê li ser sînorê gund nobeta berxwedanê digirin û welatiyên gund bi hevpar Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrxan vekirin. Piştgirî û eleqeya li hemberî pirtûkxanê û muzeyê her diçe zêde dibe. Ji van piştgiriya yek jî ji girtiyên siyasî yên Girtîgeha Sêrtê hat. Girtiyan 2 kolî pirtûk şandin pirtûkxanê û her wiha nameyek ji xebatkarên pirtûkxanê û muzeyê re şandin. Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku yên di avakirina sazî avakirinin û eleqedar dibin hezkirin, hurmet û spasîyê xwe pêşkêşkêrin. 

'Serkeftina Kobanê dê bibe sedema serkeftina Kurdistana azad'

Girtiyan di nameyê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha di nameyê de nivîsîn di bûn: "Em bi serkeftina Kobanê pir kêfxweş û kelecan in. Em bawerin ku ev serkeftin dê bibe sedema serkeftina Kurdîstana azad. Her wiha bibe wesîleya yekîtiya gelê kurd. Me bihîst ku pirtûkxaneya bi navê Şehîd Arîn Mîrxan û Şehîd Kader Ortakaya hatiye avakirin. Bi rasî em vê yekê gelek keyfxweş bûn. Em avakar û xebatkarên vê pirtûkxaneyê bi dil û can silav û pîroz kikin. Her çi qas kêm be jî me ji bo pirtkûkxaneya du kolî pirtû şandin. Me xwest ku bi alîkariyekê tevlî vê xebatê we bibin. Herî dawî em hêvî dikin ku ev pirtûkxaneya hatîye avakirin dê bibe bingeha ilmê û zanyarî û xwe naskirinê. Silav û rêzên Apogerî. Girtiyên Girtigeha Sêrtê."

(kom/zt)