YPG/YPJ pêş diçe, çeteyên DAIŞ'ê şûnde direvin

10:24

 


JINHA


RIHA - Şervanên YPG/YPJ'ê li hemû eniyan bi meşa azadiyê gundê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin. Welatiyê bi navê Ahmet Soylemez got ku ji Girê Spî tê dîtin ku tirsek mezin ketiye dilê çeteyan û wiha got: "Êdî li ber çavên me direvin. Min gelek caran dît ku di hundirê wesayîta serwîsa xwendekaran de bûn û li ber çavên leşkeran direviyan."

Şervanên YPG/YPJ'ê li hemû eniyan bi meşa azadiyê gundê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin. Piştî têkçûna çeteyan li hemû eniyan ber bi azadiyê diçe û operasyona azadkirinê bi bi hemû hêza xwe didome. Çûna şervanên YPG/YPJ'ê ber bi Grê Spî çavên terorîstên DAIŞ'ê û aligirên wan tirsandiye. Hat ragihandin ku çeteyên ji Girê Spî direvin di sînorê Tirkiyeyê de derbasî Tirkiyeyê dibin. Welatiyên Kobanê piştî rizgarkirina gundên Kûltep, Koran, Baxdik ên li rojhilatê Kobanê dikevin û gundên Hûrûb û Axbaşê yên Girê Spî li benda vegera gundên xwe ne. Koçberê bi navê Xelîlê Herro yê ji gundê Koranê diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin wan ji neçarî gundê xwe terk kirine û hatine cem xizmên xwe yê li gundê Keloşkê yê Girê Spî. Xelîl diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê 10 roj berê gundê wan ji çeteyan paqij kiriye û çûye gundê xwe. 

'Şervanên YPG/YPJ'ê nav dijwariya şer de hemû pêdiviyên me bi cih tînin'

Xelîl bi lêv kir ku piştî çû gundê xwe û demekê kurt li gundên Bexdik ve Kûltepê jî hatiye rizgarkirin. Herro got ku jiyana gundan hêdî hêdî dikeve wek rojê berê û wiha axivî: "Hemû kes dibêjin em dixwazin biçin gundên xwe. Bila çi be jî em vegera gundê xwe dixwazin. Ez deh rojan li wê derê mam. Bi dehan kes niha li gund henin. Şervanên YPG/YPJ'ê bi destên xwe xwarin ji me re danîn. Di nav dijwariya şer de li me dinerîn, hemû pêdiviyên me ditînin. Gundê me bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya bêhempa rizgar bû. Em êdî qet nema gundên xwe dihêlin." 

'Leşkeran tu carî ewlehiya me nedistendin'

Welatiyên ji gundê Keloşkê yê li hemberî gundê Koranê dikeve bi navê Ferîdûn Tîmûrtekîn got ku çeteyên DAIŞ'ê li ber cavên leşkerên tirk wesayît, ajal û alavên wan didizin û bi pereyan difroşin hevkarên xwe. Ferîdûn da zanîn ku dema gundên wan di destên DAIŞ'ê de bû leşkerê tirk ewlehî nedistendin û wiha pê de çû: "Berî têkeve destê YPG'ê leşker ev herêma ji DAIŞ'ê re hiştibûn. Piştî ket destê YPG'ê her deh gavan cihakî noqteya kontrolê xistinê. Her wiha dema DAIŞ li hember bûn, carina gule bera me didan. Gelek diwarên malan jî ji fîşekan kun bûne." 

'Li ber çavên leşkeran derbasî Tirkiyeyê dibin'

Niştecihên ji gundê Xirabeyi Berana bi navê Ahmet Soylemez jî diyar kir ku bi operasyonê rizgarkirina gundan gelek çeteyên DAIŞ'ê çek û alavên xwe berdan û derbasî Tirkiyeyê bûne û wiha domand: "Çeteyan berê bi taybetî gundê Gemredînê yê li hemberî gundê Sîlîfkiranê dikeve wek navenda bazarê bi kar tanîn. Gundê Gemredîn yên ereba ye. Têkiliya hemû yan jî bi çeteyan re heye û ji be vê yekê her tim di nava têkiliyê debûn."

'Ji bo balê nekşînin por û riha xwe jêdikirin'

Ahmet bi lêv kir ku dema şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyona azadkirinê kirin çavên çeteyan û hevkarên wan tirsiya ye û wiha axivî: "Bi taybetî li Girê Spî tê dîtin ku tirsek mezin ketiye dilê çeteyan. Êdî li ber çavên me direvin. Min gelek caran dît ku di hundirê wesayîta serwîsa xwendekaran de bûn û li ber çavên leşkeran direviyan û di hundirê wesayîtê de por û riha xwe jêkiribûn. Ji bo balê nekşînin di wesayîtan de jêdikirin. Her wiha gundê ji çeteyan hatine stendin jî di hundirê malan de koliyê ji hêla Weqfa Alîkariyê ya Mirovahiyê (ÎHH) hatin dîtin. Ev alîkariya ji Tirkiyeyê çûye nîşan dide."

(kom/zt)