'Vegera axa pîroz dewam dike'
10:29
JINHA
RIHA - Ji bo vegera welatiyên Kobanê li mala gel a Pirsûsê "Komsiyona Vegerê" hat avakirin û 20 roje bênavber vegera Kobanê dewam dike. Li gorî raporên komsiyonê heya niha 10 hezar welatiyên Kobanê vegerane Kobanê. Dîsa li gorî raporê di nava rojê de 400-500 kes derbasî Kobanê dibin. Di nava 10 hezar welatiyan de jî 400 jin û 4 hezar jî zarokin.
Piştî berxwedanek dîrokî di roja 134'an de navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Bi rizgarkirina Kobanê re welatiyên ji ber êrîşên necar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin herêmê jî di nava coş û kelecanekê de ne. Ji bo vegera welatiyên Kobanê ji aliyê rêveberiya Kantona Kobanê ve "Komsiyona Vegerê" li avahiya DBP'a Pirsûsê de hat vekirin. Welatiyên Kobanê di bin çavdêriya komsiyonê de vedigerin Kobanê. Dîsa ji welatiyan ji aliyê komsiyonê ve nasname tê dayîn, welatiyên nasnameya wan tuneye jî serî li midûriyeta Pirsûsê didin û li wir nasnameya bi navê "Nasnameya Danasîna Biyanî" tê digrin. Welatî piştî hemû amadekariyên xwe temam kirin, bi otobûsan derbasî Kobanê dibin.
‘Heya niha niha 550 malbat derbasî Kobanê bûne’
Endamê rêveberiya Komsiyona Vegerê Brahîm Kobanê (46) got ku di nava rojekê de gelek welatî ji bo vegerê ser li komsiyona dane û encama rapora xwe aşkare kir û wiha got:“ Di nava rojekê de 10 malbat diçin û heya niha jî 550 malbat derbasî Kobanê bûne. Ne bi tenê welatiyên li Pirsûsê diçin. Heta niha 120 malbatên ku ji Stenbol, Dîlok, Amed, Şirnex û hewd. hatin derbasî Kobanê bûne. Welatiyên ku dixwazin vegerin bila serî li komsiyonê bidin."
Welatiyê Kobanê yê bi navê Mihemed Bekî (43) got ku divê welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê koçî herêmê kirin, bi rizgarkirina Kobanê re vedigerin Kobanê. Dîsa welatiyê bi navê Mistefa Mehmûd (32) jî keyfxweşiya xwe anî ziman û wekî welatê mirovî tu cih şirin nîne û ji bo ku w ê vegere Kobanê gelek keyfxweşe. Welatiya bi navê Rojîn Ehmed (12) dema ku li ber deriyê Mûrşîd Pinarê li benda derbasbûnê dima jî keyfxweşiya xwe wiha anî ziman: “ Ez ji bo vegera Kobanê gelek keyfxweşim û ji ber ku ji penaberiyê xelasbûme ez gelek keyfxweşim û ez qurbana axa Kobanê bibim."
‘Em vedigerin bajarê azad'
Ehmedê Cido yê ku ji gundê Qişlê jî vegera xwe wiha anî ziman: “ Em birayê biçûk bûn û em hatin cem birayê xwe yê mezin. Ji bo keda birayên me yên bakur em gelek keyfxweşîn. Em niha xatirê xwe ji we dixwazîn û em ê herin Kobanê ya xwe. Xwîna şehîdên keç û xortên kurdan bû hebûna kurdan. Dema ku em penaber bûn me digot êdî em tu caran nikarin vegerin Kobanê lê bi xêra şehîdan em ê carek din vegerin bajarê azad."
‘Ez ê 21'ê adarê li Miştenûrê pîroz bikim’
Welatiya li konbajarê Kader Ortakkaya dimîne Yazê Mislim (25) jî got ku em li benda vegera Kobanê ne û wiha axivî: “ Em telefon dikin ji me re dibêjin ku bajar hêj tijî cenazeyên çeteyane û her wiha hemû cih mayîn hene û bombe hatine çandin. Lê em sebir nakin û em dixwazin vegerin welatê xwe. Heya 21'ê adarê divê em li Kobanê bin. Li ser girê Miştenûrê agirê pîroz bi berxwedana Arîn Mîrkanan dadin.”
(kom/zt)

