Welatiyên Şîlbeyê li benda rê ne

10:38

 


Şehriban Aslan - Beritan Canozer / JINHA


AMED - Welatiyên ku li Taxa Şîlbeyê ya girêdayî navçeya Yenîşehirê  dimînin, ji ber ku rêyên taxa wan nehatiye çêkirin û heriya li taxê zêde bûye giliyên xwe anîn ziman. Her wiha ji ber ku konteynira çopê jî tuneye gazinc hat kirin. Niştecihên taxê,ji bo çareserkirina van pirsgirêkan  alîkarî ji şaredariyê xwestin û dan zanin ku ji ber ku dibistanên zarokan jî dûre mexdûriyeta wan zêde dibe.


Ji ber şert û mercên zivistanê girane li nava bajêr û gundan de, bi taybetî jî di cihên ku rêyê wan nehatibe çêkirin de  zehmetiyên ku tê jiyandin zêde ne. Dema berf û baran jî bandora xwe zêde dike ev rewş dikeve astekî hê xirabtır.  Taxa Şîlbeyê ya girêdayî Yenîşehirê ya Amedê ye, yek ji van taxane ku  ji ber neçêkirina rê herî zêde jin û zarok mexdûriyetê dijîn. Jin ligel hemû sermayê, ji bîrê avê dikşînin û kar û barê xwe dikin; zarok jî ji ber dûrbûna dibistanê di çûyin û hatinê de pirsgirêkên  mezin dijîn. Niştecihên taxê jî tenê dixwazin rêyên wan ê bi herî bıla were çêkirin.  


'Bila çareserî  bê dîtin'


Welatiya taxê Remziye Kayan  diyar kir ku ji ber ku rê nehatine çêkirin jiyana wan pir bi zehmetî derbas dibe û wiha dewam kir:'' Rêya taxa me tune ye, ya heyi jî ji heriyê mirov nikare jê derbas bibe. Zarokên me jî ji ber ku dibistana wan dûr e heta diçûn û tên di nava heriyê de dimînin. Zarok ji ber vê rewşê  her tim dereng dimînin û êdî naxwazin biçin dibistanê. Bila şaredarî çareseriyek ji vê yekê re bibîne.''


'Tax di nava çopê de dimîne'


Remziye anî ziman ku pirsgirêka wan yê din jî çopa taxê ye û axaftina xwe wiha domand:'' Ji ber mala me kanal  derbas dibe  û der û dor jî hemû çopên xwe davêjin vê kanalê. Tax di nava çopê de dimîne.  Bi taybetî jî mehên havînê behnek pir xerab çêdibe û mêş zêde dibin. Ji ber mêşan em dikarin bi şev di malên xwe de razên. Konteynira çopê hebûya ev pirsgirêk dê nehate jiyandin lê tuneye. Daxwazek me ya din ya  ji şaredariyê jî ev e. Bila demek nêz de konteynira çopê were dayin.''


'Em nikarin biçin dibistanê'


Emîne Ceylan ya diçe dibistanê mexdûriyeta ku zivistanê dijîn wiha anî ziman:'' Pir carî ji ber heriyê ez naxwazim biçim dibistanê. Dibistana me pir dûr ê. Heta em diçin dibistanê pêlavên me ji heriyê xuya nake. Mamosta me jî ji ber ku pol qirêj dibe bi me de dixeyide. Dema em paqijya pêlavên xwe jî dikin ji serma zivistanê pir diqefilin, êdî nikarin nivisê bikin.''


(ch/zt)