Sembola Kobanê Naîm gihişte dayîka xwe
10:46
JINHA
RIHA - Malbata Naîm ê ku di rojên ewil ên berxwedana Kobanê dest pêkirin de got, "Naîm dê bimire lê axa xwe ji wan re nahêle" Kobanê terk nekir vegeriya Kobanê. Naîm weke "Dînê Kobanê" tê pênasekirin. Dayika Naîm, Sara Teybo ku ji bo ji Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bibe amadekariyan dike got: “Bila xweda ji YPG’ê yên ku ev roj bi me dan jiyîn razî be."
Berxwedana Kobanê ya di roja 134’an de gihişt azadiya xwe bê navber didome. Vegerên bo Kobanê destpêkirin û di nava 20 rojan de piranî ciwan nêzî 10 hezar kes derbasî Kobanê bûn. Her roj nêzî 400-500 Kobaniyî vedierin Kobanê û gudan.
Malbata 'Dînê Kobanê' vegeriya Kobanê
Di nava Kobaniyên ku bi kelecanek mezin vedigirin Kobanê de, malbata Naîm yê ku wek "Dînê Kobanê" tê nasîn jî heye. Malbat ji 7 kesan pêk tê. Dema ku hemû malbatê koçî Pirsûsê kir, ew ji Kobanê veneqetiya û li eniya berxwedanê xwe gîhand gelek karî. Birayê Naîm, Silêman Besro da zanîn ku îro hesreta wan diqede û wiha got: “Em 5 mehan zêde li Pirsûsê man. Kurd xwedî li me derketin. Em tu car tenê neman. Em ji gelê xwe yê Bakur û şehîd û şervanên xwe re deyndarin. Piştî azadkirina Kobanê û gundan em vedigerin gundên xwe. Em li vir çiqas baş bin jî ne wek xaka me ye.”
Naîm digihije dayîka xwe
Silêman da zanîn ku birayê wî Naîm ku bûye sembola Kobanê, di her cara ku telefon kiriye de hesret û bêrîkirina dayika xwe aniye ziman û daxwaz kiriye vegerin û got: “Em vedigerin.Em digihijên Kobaniya xwe û birayê min Naîm jî digihêje dayika xwe.”
'Ez diçim cem kurê xwe û Kobanê'
Dayika Naîm Sara Teybo ya di kamyonê de rûniştî wiha got: “Ev bi extiyariya xwe bi tirsa canê xwe vedigerim Kobanê, Naîm li wir ma. Min gelek bêriya kurê xwe kiriye. Em diçin cem wî û Kobanê.Gelê me eleqeyek mezin nîşanê me da. Hewcedariyên me dan. Niha em bi saya YPG’ê vedigerin welatê xwe. Bila xwedê ji hemû kesên ku ev roj nîşanê me da razî be.”
(zt)

