Cezayê mêrê kujer hat daxistin

11:34

 


JINHA


ANTALYAQatîl Şashîn Koçer Husne Aslan ya ku nexwest biçe mala xwe despêkê hat darb kirin û paşê jî li du wesayîtê xerigand, ne bi qestî ji ber bû sedema mirinê hat girtin. Xwişka Husne jî got: “Ji bo rizgarkirina xwişka xwe min qêr dikir, lê kesê alîkarî neda.”  


Piştî li Mêrsînê Ozgecan Aslan hat tecawîz kirin û qetilkirin, li gundê Çengel yê Uskudarê Kubra K ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin, vê carê li Antalya jî jinek ciwan ji aliyê şideta mêran ve hat qetilkirin. Ji ber Husne Aslan nexwest biçe malê ji aliyê heskiriyê xwe Şahîn Koçer ve despêkê hat derbkirin û paşê jî bi du wesayîtê xirgand. Ji ber sucê qetilkirinê Şahîn Koçer hat girtin. Husne Aslan li gel xwişka xwe Cennet Aslan û hevalê xwe Şahîn Koçer derketibû derve. Dema ku Şahîn Husne dawetî mala xwe dike, Husne na pejirîne Şahîn Husne derb dike. Di wê navberê de xwişka Husne Cennet ya ku li kursiyê paşiyê yê wesayîtê dima, ji bo alîkariyê derket derve. Dema ku Husne xwest ji wesayîtê bê xwarê ji aliyê Şahîn ve 20 metreyan li du wesayîtê hat xirgandin. Dema ku Husne rakirin nexwşxanê li gel hemû mûdaxeleyan jî nehat rizgarkirin. Ji bo revê qatîl Şahîn bi leze dixwest xwe ji cihê bûyerê durke jî lê hat girtin. Dema ku Şahîn derxistin dadgehê jî ne ji qetilkirinê ji ber bûye sebeba mirinê ceza girt.


Kesê alîkarî neda


Cennet Aslan ya ku di heman wesayîtê debû û li ber çavên wê xwişka wê hatî qetilkirin tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Ji bom e bigihîne mala me, me ew îqna kir. Ji bo girtina cigareyê em li ber marketê rawestan. Di wê navberê de xwest me bibe mala xwe. Dema kum e nexwest em biçin mala wî gelek xirab li xwişka min da. Min xwe avêt ji derve. Ji bo ku ez xwişka xwe rizgar bikim min qêr kir, lê kesê alîkarî nekir. Di wê navberê de wî pîsî hîna li xwişka min dixist. Ji bo ku xwişa min xwe ji wesayîtê bavêje lingên xwe derxist ji derve. Di wê navberê de porê xwişka min girt û lez çu. Paşê jî xwişka min avêt ji derve, derî girt û çu. Ev wijdanek çawaye, gelo hemû mêr dê wiha bin?”


 (zt)