Neferê berxwedana Kobanê 'Şêxo'

11:41

 


Rojda Korkmaz/JINHA

KOBANÊ
- Li gel xebatên ji bo ji nû ve avakirina bajarê Kobanê, operasyonên rizgarkirina gundan jî li sê eniyan dewam dikin. Roj bi roj serdestiya şervanan li qadê zêde dibe. Em li yek ji mewziyên şervanan gundê Bexdik in. Bexdik ê li rojhilatê Kobanê ye, ji Kobanê bêhtir nêzî Girê Spî (Til Ebyad) e. Li ketina gund, ji ber teqîna mayîna çeteyan rêya ji asfaltê qut bûye. Ji bêtêlê, hişyariya mayînê li şervanên YPG/YPJ'ê yên li cem me tê kirin. Di nava gund de em bi awayekî kontrol bi pêş ve diçin. Em li komek ji şeravnên YPG/YPJ'ê yên nû ji operasyona azadkirina gundê Îdane û Mendikê vegeriyan, rast tên.

'Şêxo'yê Hemze 

Hin ji şervanan cebilxaneyên ji ser çeteyan hatine rakirin kom dikin, hin jê jî li dora agirê li şaneşîna malekê hatiye vêxistin, li ser operasyonê sohbetê dikin. Di dema vexwarina çayê de, bala hemû şervanan diçe ser kîvroşkekî li hembêza şervanekî YPG'ê. Ya giranbuha jî çîroka vî kîvroşkî ye. Kîvroşk di dema şerê bajêr de, di qefeseke girtî ya li avahiyekê de bû û ji aliyê şervanê YPG'ê Hemze ve hat rizgarkirin. Di navbera herduyan de girêdaneke xurt xwe da der. Hemze navê 'Şêxo' lê dike. Diçe ku derê 'Şêxo' bi xwe re dibe. Du roj beriya azadkirina navenda bajarê Kobanê Hezme li Kaniya Kurdan tevlî karwanê cangoriyan dibe û navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kobanê dinivîsîne. Şêxo jî bi rêhevalên Hemze re mewzî bi mewzî digere û kevneşopiya berxwedanê ya rizgarkerê xwe dewam dike. Şêxo rizgarkerê xwe Hemze tîne bîra her kesî û li eniya rojhilat çavkaniya moralê ye.

Çeteyan mizgefta gund mayîn kirin!

Piştî ku me Şêxo nas kir, li hemberî teqînên gengaz li nava gund em ji rêya berê hatiye diyarkirin dimeşin. Çeteyên ku hema bêjin li her devera gund bombe bicih kirine, mayîn li mizgeftê jî bicih kirine. Şervanan di kontrola destpêkê ya li gund de bi qasî 50 mayîn bê bandor kirin. Çeteyan goristana li gund jî xera kirin û li hin herêmên gund bi kepçeyan mewzî kolandin. Li her mala em dikevin hundir tê dîtin ku ji aliyê çeteyan ve hatiye talankirin. Li gorî rewşê hin mal dibe mewzî hin jî nuqteyên lojîstîk ji bo şervanan.

'Ji bo jiyanekî azad ez li vir im'

Li banê malekê em li şervanê YPG'ê Hebûn rast tên, ku nobedê digire. Hebûn ku di dema êrîşên li hemberî Kobanê de ji bo parastina şoreşê ji Bakurê Kurdistanê hat Kobanê, bavê 5 zarokan e. Bi biryardariya xwe re hêzê dide şoreşê û ji bo beşdariya xwe ya li nava berxwedanê dibêje, "Ji bo jiyaneke azad bidim zarokên xwe ez li vir im." 

Ji gundê Bexdikê yê bi xwîna şervanên YPG'ê Serhlidan, Silava, Baran û Dewran hat rizgarkirin, şervanên YPG/YPJ'ê rextên xwe girê didin û ji bo rizgarkirinê berê xwe didin gundê Xanê.

(zt)