Tevî barîna berfa zêde ji bo Kobanê silava roja 159'an
11:46
JINHA
RIHA - Berxwedana Kobanê, ku bi operasyonên rizgarkirina tevahiya Kantona Kobanê re ketiye roja 159'an de serê sibehê li ser sînorê ji berfê spî bû, hat silavkirin.
Welatilyên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li gundên li ser sînor nobedê digire, di roja 159'an de berxwedana Kobanê ya dîrokî silav kir. Li gundên Miseynter, Mehser û Elîzêr ên Pirsûsê, ku sibê zû berf lê bariya, çalakiya zincîra ji mirovan hat lidarxistin û berxwedêrên Kobanê hatin silavkirin. Welatiyan bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî azadiya Kobanê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Şengalê" berz kirin, di açalakiyê de alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin rakirin, berê xwe dan Kobanê û berxwedêr silav kirin.
Çalakvanan di çalakiyê de bejna xwe li ber Kobanê tewand û mînetdariya xwe ji şervanên YPG/YPJ'ê nîşan da.
(zt)

