Li Kobanê 16 çete hatin kuştin

12:28

 


JINHA


KOBANÊ - Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê li hemû eniyan bi meşa azadiyê gundê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin û operasyona azadkirinê bi bi hemû hêza xwe didome.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ragihand ku operasyonên rizgarkirina herêmên Kobanê li 5 aliyan dewamdike. Li eniya başûr şevêdin şervanên YPG’ê di encama çalakiyekê de gundê Aşmê rizgar kirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin. Li başûr rojavayê Kobanê jî di encama çalakiya şevê din de gundê Zîrek hate rizgarkirin. Şervanên YPG’ê li eniya rojhilat jî li gundê Korikê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pevçûnan çeteyên DAIŞ'ê gelek malên gundiyan bi teqemeniyên ku ji berê de bicîh kiribûn, teqandin û ji gund reviyan. Li başûrê rojhilatê Kantonê jî li nêzî fabrîqeya çîmentoyê şervanên YPG’ê girekî stratejîk rizgar kirin. Di çalakiyê de 12 çete hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destê YPG’ê.

Dîsa li gorî heman nûçeyê îro di saetên serê sibehê de jî şervanên YPG/YPJ’ê li eniya rojava di encama çalakiyekê de gundê Dadalî rizgar kirin. Li heman eniyê benda kontrolê ya gundê Cib El-Ferec piştî pevçûnên dijwar hate rizgarkirin. Di pevçûnan de çeteyek hate kuştin.

(zt)