Xwişka Ayşe Boru:Kujer bitirsê bihêz dibin
12:46
JINHA
AMED - Li taxa Kaynartepe ya Rezan a Amedê Emîne Boru di 1'ê Berfanbar a 2014'an de ji aliyê hevserê xwe Ramazan Boru ve hat qetilkirin. Xwişka Fatma Guneş bang li cîranên ku ji tirsa şahidiyê nakin kir û wiha got "Ji ber ku gef li wan hatiye xwarin esnaf û cîran naxwazin şahidiyê bikin. Bi tirsê mirovên wisa bihêz dikin. Bêdengiya wiha kesên weke Ramazan hê hêz digrin hîn qetilkirina dikin û Tundiyê pêk tînin.Hewceye kesên ku ji bûyerê agahdar bê tirs be ku kujer cezayê heq dike bigre.”
Li taxa Kaynartepe ya Navça Rezana Amedê Emîne Boru ya 35 salî, di 1'ê Berfanbara 2014'an de ji aliyê hevserê xwe Ramazan Boru (41) ji zik û sînga xwe hat gulebaran kirin û qetilkirin. Emîne li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da. Kujer jî piştî bûyerê hat binçavkirin û dawiyê hat girtin. Di 17'ê Sibatê de 1'emîn rûniştina dozê hat dîtin, lê belê diya Ramazan Boru Perihan Boru,Xwişka wî Nazlı Boru û cîran û esnafên ku şahidî buyerê bûn şahîdîtî nekirin
Ramazan Boru yê ku hevsera xwe qerilkir şûnve kargehên esnafan gulebaran kir, bi 10 sucên ku weke bi qaçaxtiya çekan,bi çekan birîndarkirin, qaçaxçîtiya esrarê , Çekên bê ruhsat gerandin ve bi sabiqe ye.
3 zarok hatin stendin
Pişt qetilqirina Emîne 3 zarokên wê ji aliyê malbata hevserê wê ve hatin standin, 3 zarokên wê li cem dayik û metên wê li malên cûda bi travmayan mezin bibin. Fatma Guneşa ku berî xwişka wê bê qetişkirin serpêhatiyê vegot diyar kir ku xwişka wê ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û wiha got: "Li gel Hevserê kesek nebaş bû jî ew îdare dikir. Emîne pir girê dayî mala xwe bû. Hevserê wê 2 roj berî bê qetikirin bi xelkê re pevçinîbû.Dema êrişî hevserê wê kiribû xwe avêtibû ber guleyan."
'Dema di xewdebû li ber çavên zarokan hat qetilkirin'
Xwişka Emîne Fatma ya diyar kir ku bi pitika 6 mehî di hembêzê de hat qetilkirin ev agahî da: "Roja ku xwişka min hat qetilkirin bi rojî bû.Li ber çavên zarakon ev tişt kir.Niha psikolojiya zarokan xira bûye her tim ditirsin.Nikarin tenê bimînin.2 zarok li cem diya diya xwe ye pitika 6 mehî li cem meta xwe ye.Pişt qetilkirina Emîne Pitik nexweş ket.Tunebûne diya xwe fêm dike."
Fatmaya da zanîn ku bê xwarziyê xwe nikarin wiha dewam kir, "Bê zarokan em nikarin îdare bikin lê belê dema em wan dibîn em diqehirin,birîna me nû dibe.Em ne dikarin bi wan bikin ne jî bêwan." Fatma ya xwest ku kujer bi muebbeta giran bê darizandin daiyar kir ku sucê xwişka wê tenê fedakarî ye û wiha axivî "Tu sûcê xwişka min tune ye.Xwişka min pir fedakar bû.Herkes wê nasdike û çawa girêdayî mala xwe ye.Dema hat qetilkirin taxa hemû ji bo wê giriyan."
Fatma ya da zanîn ku kujer Ramazan her tim bi çekê li mal digeriya wiha dewam kir:" Çeka bê ruhsat bû.Polîsan ji dest girt lê belê çû yeka din jî stend.Bderî xwişka min bê qetilkirin 3 roj berê biçekan digeriya .Xwişka min xwest vegere cem me lê xwesû û gorima wê destûr neda li polîsan jî negeriyan.Xwişkan fêm kiribû ewê bê qetilkirin li me digeriya û dixwest vegere cem me."
'Cîran ji tirsa şahîdiyê nakin'
Fatma da zanîn ku ji bo kujer ji bo ji daxistina cezai sûdê werbigre hewl dide ku roporê derxe got: "Kesekî dîhn di kujeriyê de dengbiriyê bikar nîne.Herkes dizane ku ne dîhn e.Esnaf û cîranan xwestin şahidiyê bikin lê gef li hemûya xwarin e.Niha kes naxwaze şahidiyê bike, ditirsin.Ez vî gelî fêm nakim zirar da herkesî lê kes lê kes deng nake.Bi tirsê kesên wisa bi hêz dikin nizanin.Bi wisa bêdengiyê kesên weke Ramazan dê hîn bihêztir bibin, dê kujerî zêdebibe û tundiyê zêde bibe.Hewceye mirov ji kesên wisa netirsin li ser piyan bisekine ew fêm bikin ku ketine.Mirov ne bi baldar in.Cîranên xwişka min pir ji wê hezdikirin lê belê niha ji tirsa şahidiyê nakin.Heke xwişka min ba ji tişkî neditirsiya ewê şahidî bikira.Keseke wiha fedakar bû.Ne ji bê tirsbûn û bidiliya wê ba li cem kujer ewqas nedima.Pêwist e kesên ku ji bûyerê agahdar bê tirs be ku kujer jî cezayê xwe bigre."
'Heta kujer cezayê ku heq dike negre,em nikarin ber qetilkirina bigrin'
Fatma ku bang li rayedarên hikumetê jî kir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku kujer cezayê heq dike negre em nikarin pêşiya qetilkirina bigrin.Her tişt bi zanebûn kir.Em teqes nexweşiya wî qebûl nakin.Ez bang li Hukumetê jî dikim heke li wê paldankê rûdinin bi saya Jinan rûdinin.Ev cihan li ser jinan hatiye damezrandin mafê kesî tuneye ku neheqiyê li jinan bike."
(kb/zt)

