Gultan Kişanak: Emê hişmendiya we biqedînin
14:30
JINHA
AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî parlementerên jin yên HDP’ê pêkhatî da û got: “Hovîtiya hişmendiya mêran nikarin êrîşî parlementerên me yên jin bikin. Emê weke jin li gel tekoşîn û meşa azadiyê ya jinan bin. Dê jin hesabê yên di parlementoyê de êrîşî yên di xwazin dengê gelan bidin bihîstin dikin biprisin. Dê destê dirêjî jinan dibin bînin xar û hişmendiya wan biqedînin.”
Aktîvîstên KJA yê li ber avahiya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê kombûn girêdayî êrîşên di meclisê de ser parlementerên jin hatin kirin û Paketa Ewlehiyê ya Hindirîn daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevserokên DBP, KCD, HDP, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak û gelek jin amadebûn. Di çalakiyê de pankarta “Şideta ser jinan îdeolojîke parastina cewherî rewaye” û dovîzên weke “Zagona Parastina Hindirîn sepandina şideta ser jinan na nexême”, “Paketa Hindirîn ya Parastinê- paketa şere” û “Paketa demokratîk êşên welidandinê – Paketa Hindirîn ya Ewleyiyê” hatin hildan. Xebatkara Mala Jinan Kardelenê Gulistan Zengîn daxuyanî xwend û diyar kir ku yên li meclisê hatin jiyîn hemû jin bi hêrs kirine.
‘Tevlî vîna me nebin’
Gulistan got: “Di meclisê de êrîşî Sebahat Tuncel û Pervîn Buldan kirin, ev jî têr nekir her dem nêzîkatiya mêrên AKP’ê li hemberî hevalên me yên jin hem nêzîkatiyên zayendiyîn û hem faşîzane û hem jî bê tehmûliya li hemberî jinan e.”
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî parlementerên jin yên HDP’ê pêkhatî da û got: “Hovîtiya hişmendiya mêran nikarin êrîşî parlementerên me yên jin bikin. Emê weke jin li gel tekoşîn û meşa azadiyê ya jinan bin. Dê jin hesabê yên di parlementoyê de êrîşî yên di xwazin dengê gelan bidin bihîstin dikin biprisin. Dê destê dirêjî jinan dibin bînin xar û hişmendiya wan biqedînin.”
(zt)

