Jinan Şîrîna YPJ yî li ser milê xwe oxirkirin

16:09

 


JINHA


WAN – Cenazeyê Şervana YPJ’ê Şîrîn Kalkan (Silva Serda) ya kul i heberî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşa ji haliyê hezaran kesî ve hat sipartina axê. Jinan cenazeyê Şîrîn li ser milê xwe birin goristanê.


Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li taxa Suphan a navçeya Artemêtanê ya Wanê ji aliyê hezaran kesan bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Di ketina taxa de cenazeyê Kalkan ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û ber bi Goristana Koyîçî ve dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Kalkan, alên PKK, KCK û YDG-H'ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Ey şehid xwina te li erdê namine” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di meşê de jinan ji bo Kalkan lorî barandin. Piştî meşê cenazeyê Kalkan li Goristana Koyîçî bi axa ji Kobanê anîn re hate definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hatin û pişt re Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Bajar Hamiyet Şahîn axivî û diyar kir ku Kalkan jî weke Sîbel, Arîn û Kaderê bi lehengî şehîd ket. 


Bavê Şîrîn Alî Kalkan jî got ku keça wê "Buka Kobanê" ye û ji keça xwe re dehwetekî layîqê wê kir. Piştî axaftinan û definkirna cenaze girse ji goristanê veqetiya û derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Suphanê hatî vekirin.


Her wiha polîsan bi hinceta helgirtina wêne û alayan êrîşî konê sersaxiyê kirin.


(zt)