Gun Işixi: Kobanê ji bîr nekin hîna şer ne qediyaye
09:38
JINHA
AMED – Ji bo pêşxistina berpirsyariya civakî û piştevaniyê Maxazeya Piştevanî û Alîkariyê ya Gun Işixi di van 5 mehên dawiyê de alîkariya malbatên ji Şengal û Kobanê hatine dikin. Xebatkarên maxazeyê diyarkirin k udi van demên dawiyê de alîkarî kêm bûye û gotin: “Bila neyê zanîn bi azadiya Kobanê re şer bi dawî bûye. Şer ne qediyaye û bi hemû leza xwe didome.”
Ji bo pêşxistina berpirsyariya civakî û piştevaniyê ji aliyê Şaredariya Rezan ve Maxaza Piştevanî û Alîkariyê Gun Işixi hatiye vekirin. Di van 5 mehên dawiyê de maxaze xizmeta malbatên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê û Kobanê koçkirine dikin. Ji aktîvîstên Maxazeya Piştevanî û Alîkariyê ya Tîrêjênrojê Filiz Gerilakan girêdayî xebatên xwe nirxandin kir. Filiz diyar kir ku ji ber rewşa wan ya madî ne baş bû wê dest ji hevserê xwe berdaye. Filiz da zanîn ku ew bi butçeya digirin alîkariya feqîran dikin û wiha domand: “Di van 6 mehên dawiyê de me alîkariya ji bo malbatên feqîr yên Amedê daye rawestandin, em vê pêvajoyê alîkariya malbatên ji ber şer ji Şengal û Kobanê koçî van cihan kirine dikin.”
'Alîkarî kêm bûne'
Xebatkara Maxaza Gun Işixi Fîlîz dîyar kir ku ew 7 salin alîkariya kesên xizan dikin lê ev 6 mehin tenê ji Kobanîyên ku ji cîh û warê xwe bûne re dibin alîkar. Fîlîz da zanîn ku gelek kesên hewcedar hene loma ew nikarin xwe bi gihînin her kesî . Fîlîz da xwiyakirin ku dema şer hîn nû despê kir alîkariya gel zêde bû lê niha alîkarî nayên . Fîlîz desnîşan kir ku şer hîn dewam dike û hîn mexduriyeta kesan didime û gelek kes di rewş ka nebaş de ne.
'Malbat hîn jî tên'
Fîlîz dîyar kir ku gelek malbat ji konê AFAD'ê derdikevin û tên Amedê û wiha axivî:"Malbatên ku tên pir di rewşeka nebaşda ne. Pêjî meclisê meyê taxan malbatan bi cîh dikin em jî rojê nêzî 40 kesî bi cil dikin. Em kincên ku qet nehatine bikar anîn didin wan." Fîlîz got ku berê ji wan re mezer û lihêf jî dihatin lê aniha nayên û wiha domand:" Jimara malbatên mexdur pire em alîkariya kincan didin wan lê pêwîstiya wan bi qut jî heye. Em diçin malên wan tu tuştek li erdê tûne li ser betonê radikevin"
Fîlîz behsa malbateka ku ji ber şer çune Antalya lê ji ber ji wan hatiye xwestin ku Antalyayê bi terikînin hatine Amedê kir û wiha pêde çû:" Li Antalyayê gelek koçberên Ereb jî hene lê tenê koçberên Kobanê ji wîr derxistine. Ew jî bi piyê pêxwas hatine Amedê."Fîlîz dîyar kir ku Kobanîyên ku çune başarê wek Antalya, Dîlokê germ ji ber ku li wir nesitirin ber bi başarên kurdan ve tên. Fîlîz di dawiya axaftina xweda wîha bang li gelê Kurd kir: "Bila gelê Kurd bihîzyar tevbigere û çi ji destê kê were bike. Şer hîn neqediya ye, mirov mexdurin, zarok mexdurin pêwîstî bi mamayên zarukan heye, pêwîstî bi qut heye."
(ma-za/zt)

