Pêdiviya bajêr ya bi şîrê nû jin dihilberînin

09:54

 


JINHA


AMED – Jinên ku li Taxa Ferit Koşk ya Amedê sewalvaniyê dikin pêdiviyên welatiyan yê şîrê taze tînin cîh. Jinan diyar kirin ku alifê didin sewalan girane û şîr jî erzane û gotin: “Em bi qasî kedê didin berhem nagirin.”


Li Taxa Ferit Koşk Amedê  ev tax di nava Surên Amedê û li ber çemê Dicleyê de maye ne bûye kolanek bajêr ne jî wek gûndekî ye. Şêniyên vê taxê piranî debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin. Li vê taxê piraniya kar jinên taxê dikin. Yek ji van jinan Şakire Kelekçier (40) e. Şakîre ya ku debara mala xwe bi xwe dike wiha behsa jiyana xwe dike: "Kesekî min ê bi xebite tûne ye hevserê min nexweşê şekir e, û zarukê min ji tev dixwînin, kûre ki min jî asker e."  Şakîre diyar dike ku tevî di sê cîya de pişta wê fitiqi ye jî dixbite û tekoşîna xwe ya jiyanê dewam dike.


'Ez ji serê sibê hata êvarê qet nasekinim'


Jiyana Şakîre serê sibê zu despê dike. Şakîre serê sibê di pêncan de radibe binê dewarên xwe paqij dike, av û xwarina wan dide ber wan. Piştî ku  çêlekên xwe didoşe wan berdide Çemê Dicleyê. Şakire piştî ku karê xwe diqedîne ica dest bi karê rojane ê malê dike.


Şakire nerazibûna xwe ji bihabûna êmê sewalan tîne ziman û diyardike ku ew ji  serê sibê hata êvarê qet nasekinin lê tu tiştek nayê destê wê û wiha dewam dike:" Ez mehê 90 milyon didim gavan. Bihaye torbeki êm 46 milyon pere ye min çend ro berê 5 torbe  êm ani 200 milyon da Ka bihaye goşt ji erzane keda me beradayî diçe tenê em ji birçîna namirin"


(ma-ra/zt)