Şanoya ‘Destê Şeş Tilî’ derket pêşberî şanohezan
10:02
JINHA
AMED – Li salona şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lîstika dramatîk ya bi navê ‘Destê Şeş Tilî’ hat lîstin.
Şanoya dramatîk ya bi navê ‘Destê Şeş Tilî’ ya ku ji aliyê beşa şanoyê ya Şaredarşya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT ) ve hatibû amadekirin, li salona şanoyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lîstin. Teksta lîstika Destê Şeş Tilî ji aliyê nivîskar Munaf Osman ve di girtîgehê de hatiye nivîsandin. Nivîskar Munaf Osman ji bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê ye. Niha jî gritiyekî siyasî di gîrtîgeha Dîlojê de dîl e. Derhunertiya şanoyê Yavuz Akkuzu kiriye. Lîstika Destê Şeş Tilî bi beşdariya hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rêveberê Şanoya Dihokê Meyser Abid, berpirsê têkiliyên rewşenbîrî Nîwar Bedî û bi sedan şanohezan hat lîstin. Çîroka şanoyê li ser kesên ku li dû bêserûşûnan û li dû şehîdan mane bû. lîstik ji 5 lîstikvanan û dengbêjekî pêk dihat. Şano ji aliyê temaşevanan ve rastî alaqek mezin hat. Pişî ku şano qediya, hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a amedê Gultan Kişanak destegul da lîstikvan û derhuneran. Her wiha kesên ku şano temaşekirin bi çepikan slav ji bo nivîskarê lîstiyê yê di girtîgê de şandin.
(şh-ae/zt)

