'Heta Şengal û Kobanê rizgar nebe emê li vêderê bin'
10:11
JINHA
RIHA - Dayikên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hatin gundên berxwedanê yên Elîzer, Mehser û Miseynterê bang li hemû dayikan kirin ku bila her kes werin ser xeta sînor nobetê bigirin. Dayikan diyar kirin ku heta Şengal û Kobanê rizgar nebin ew ji ser sînor naçin tu dereke din.
Dayikên ji gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê ji destpêka berxwedana Kobanê heta niha li ser sînorên Serxet û Binxetê piştgiriyê didin şervanên YPG/YPJ'ê. Dayikên ji Şirnexê ji bo piştgiriyê bidin şervanên YPG/YPJ'ê hatinin gundê Elîzerê yê Pirsûsa Rihayê. Dayikan anî ziman ku heta gundên Kobanê bi temamî rizgar nebin tu carî ew ji ser sînor naçin. Dayika bi navê Nûrê Erkuş bang li gelê kurd kir û got ku bila her kes werin ser sînor nobetê bigirin.
'Heta Kobanê û Şengal rizgar nebin em bi derekê naçin'
Nûrê diyar kir ku Kobanê bûye bingeha rûmeta mirovahiyê û divê her kes li rûmeta mirovahiyê xwedî derkevin. Nûrê destnîşan kir ku heta çeteyên DAIŞ'ê bi temamî ji Kobanê paqij nebin tu carî ew ji ser sînor naçe û wiha axivî: "Kobanê dilê Kurdistanê ye. Bila hemû kes werin ser sînor û li rûmet û hebûna xwe xwedî derkevin. Ciwan, kal, pîr her kes bila werin gundên derdora Kobanê bigirin û nobetê bigrin. Di serî de bila jinên Botanê, Serhedê û Şirnexê werin tevlî çalakiya nobetê bibin. Heta Kobanê û Şengal rizgar nebin em bi dereke din de naçin. Serê min bi şervanên YPJ/YPG'ê bilind e. Êdî hemû cîhan kurdan nas dikin. YPJ/YPG êdî bûn sembola azadiyê. Em heta mirin ê bi wan re ne."
'Êdî bila kurd bibin yek'
Dayika bi navê Narîn Yilmaz jî da zanîn ku bi serfîraziya Kobanê re pir kêfxweş bûye û ji bo dayikan banga tevlîbûna piştgiriya nobetê kir. Narîn bilêv kir ku ji şerê Kobanê de vir de tu carî rehet li mala xwe rûneniştiye û wiha axivî: "Ev nêzî şeş meh in ji bo Kobanê li ser sÎnor li ber xwe didin. Di şerê Kobanê de dilê me hat ber devê me. Ew rojên reş êdî li dawiyê man. Serkeftin ên şervanên YPJ/YPG'ê ye. Divê em li vê serkeftiya wan xwedî derkevin. Ji bo em dîsa bi êrîşeke vî rengî re rû bi rû nemînin divê hemû kurd destên xwe bidin hev û bibin yek. Heta em kurd nebin yek em ê her tim di hedefa êrîşên çeteyan de bibin."
(kom/zt)

