‘Hemû kesên xwedî wijdan divê tevlî çalakiya sînor bibe’

10:15

 


JINHA


RIHA - Çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê di roja 160’emîn de didome. Xwendekarên jin ên zanîngeha Şirnexê jî ji bo piştgiriya çalakiya ser sînor hatin gundê Elîzêrê bang li hemû jin û xwendekaran kirin û xwestin tevli çalakiya li ser sînor bibin.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bi hezaran welatî herikin ser sînorê Pîrsusê û ji bo piştgirî û piştevaniya şervanên YPJ/YPG dest bi çalakiya nobeta sînor kirin. Çalakiya li ser sînor roja yekem heta îro di roja 160’emîn de bê navber didome. Çalakî bi tevlîbûna welatiyên bakurê Kurdistanê hatin hem jî gelek welatiyên ji dewletên cuda hatin û welatiyên gundên ku çalakî tê lidaxristin didome. Jinên ku di berxwedana Kobanê ya bê hempa de nav û dengê xwe li tevahiya cihanê belav kirin her wiha pêşengiya çalakiya li ser sînor de jî rola xwe dilîze. Xwendekarên ji zanîngeha Şirnexê hatin gundê Elîzêrê li ber hemû hemû şert û mercên zehmet de çalakiya xwe didomînin û bangawaziya tevlîbûna xwendekaran a çalakiyê dikin. 

Xwendekara bi navê Aysel Şik da zanîn ku armanca wan bi çalakiya xwe ve piştgiriyê bidin şervanên YPJ/YPG’ê wiha axivî: “Di nava şert û mercên zehmet de nobet tê girtin. Lê li hemberî hemû bê derfetiyên xwe em bi armanca piştgiriya şervanên YPJ/YPG’ê li vir in.” Her wiha Aysel got ku piştevaniya derûnî pir girîng e û da zanîn ku her çiqas bi piştgiriya çekan ve alîkariyê nedin jî, bi hebûna xwe ve hîs dikin alîkariyê didin şervanan.

‘Berxwedana YPJ’ê li cihanê deng veda’

Aysel da zanîn ku şervanên YPJ’ê berxwedanek bêhempa nîşanî tevahî cihanê daye û wiha got: “Berxwedana şervanên YPJ’ê deng li hemû cihanê veda. Divê ku em bi tevahî di nava vê berxwedanê de rol û rista xwe bilîzin û bi hemû aliyan ve jî piştgirî û piştevaniyê bidin şervanên YPJ’ê. Di nava gundan de hejmara pir kêm e û tevlîbûna ciwanan pir kêm e. Kal û dayikên me di vî temenê xwe de tên tevlî çalakiyê dibin lê ciwan tevlî nabin. Tevlîbûna ciwan û xwendekaran dê pir baş bibe. Hêz û têkoşîna ciwanan pir tiştekê mezin e û ez bawer im ku her ciwan dikare hefteyekê li hemberî hemû zehmetiyan de li berxwe bide û tevlî vê çalakiya bi rûmet bibe." 

‘Çi dibe bila bibe çalakiya me dê bi dome’

Xwendekara bi navê Bêrîvan Akdogan jî diyar kir ku bi xwesteka xwe ve tevlî çalakiya ser sînor bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yê ku di bêje ez xwedî wijdan im bêguman divê ku tevlî vê çalakiyê bibe. Rewşa hewayî bi rastî jî nebaş e û her diçe nebaştir dibe û em li berxwe didin û nobedên xwe digirin. Heta dawiyê jî emê li berxwe bidin û çalakiya xwe bi domînin.”

‘Ez bi têkoşîna YPJ’ê ve serbilind im’

Bêrîvan di axaftina xwe de balkişand ser şervanên YPJ’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têgehiştina çalakiya ser sînor bêguman bi tevlîbûna çalakiyê de tê fêmkirin. Niha her tişt di holê ye ji ber wê çendî jî ez naxwazim gelek tiştan bêjim. Niha di nava civaka me de pêşengiya her tiştî jin dike û ez bi têkoşîn û berxwedana şervanên YPJ’ê ve jî serbilind im û pê kêfxweş im.” 

(kom/zt)