'Ez dixwazim vegerim Kobanê'

10:20

 


JINHA


RIHA - Şervanê YPG'ê Mihemed Ahmed (Qehreman) bavê 6 zarokan ku pênç meh berê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhek lehengî li eniya pêş de jiyana xwe ji dest da, çîrokek tijî weke navê xwe yê lehengî li pey xwe hişt.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê bi berxwedanek dîrokî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat şikandin. Bi operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên paqijkirinê her ku diçe rojava ji çeteyan paqij dibe. Dîsa di vê têkoşînê de bi dehan têkoşerên YPG/YPJ'ê di şerê rûmetê de bi awayek lehengî jiyana xwe ji dest da. Dîsa yek ji van lehengan şervanê YPG'ê Mihemed Ahmed (Qehreman) ê 43'ê saliye. Mihemed bavê 6 zarokan ku pênç meh berê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhek lehengî li eniya pêş de jiyana xwe ji dest da, çîrokek tijî weke navê lehengî li pey xwe hişt. Mihemed bi îhtimala zarokên xwe carekdin nebîne li eniya şer de li dijî çeteyan welatê xwe diparast. Mihemed bi wêregiya xwe hevalên xwe di bin bandora xwe de hiştî bû, ji aliyê hevalên xwe ve ji gelek dihat hezkirin. Mihemed li gundê xwe yê bi navê Kêlxeydê ew û 6 zarokên xwe li aliyê başûrê Kobanê dijîn û 3 sale gundê xwe li dijî çeteyan di parast û her wiha ji gundiyan re jî pêşengtî dikir. Mihemed 5 meh berê bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li gundê Çelebiyê de heya dawiyê li ber xwe da û li vî gundî jiyana xwe ji dest da. Malbata Mihemed cenazeyên Qehreman li goristana Şehîd Dîjle vedişirin wê bibin Pirsûsê.

'Pastina Kobanê ji berya hertîştî tê'

Hevjina Mihemed, Hedlê Mihemed got ku Qehreman gelek ji zarokan hezdikir û ligel vê hezkirina zarokan eniya xwe ya şer ne terikand û welatê xwe heya dawiyê parastiye. Hedlê diyar kir ku dema çeteyan êrîşî der dora wan dikirin, berî herkesî hevserê wê diçû eniya şer û wiha axivî: "Qehreman gelek wêrek bû. Dema êrîş çêdi bû, ne digot zarokên min heye ango tune ye. Tenê parastina welatê xwe difikirî. Ji bo parastina gundan û Kobanê jî hemû welatiyên derdorê jî bi rêxistin dikir. Dema êrîşê çeteyan zêde bûn, Qehreman çû gundên derdorê dirparst û bi rojan ne dihat malê. Her tim di pêşiyê de bû. Parastina Kobanê berî her tiştî dihat. Dema çû parastina gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da û ew jî dikev e nav kerwana şehîdan."

'Ez dixwazim vegerim Kobanê û gora hevserê xwe bibînim'

Hedlê bilêv kir ku dema Qehreman şehîd dikev e ewilî bawer nekiri ye û wiha dawî li axaftina kir: "Êrîşên çeteyan gihabû asta herî zêde. Em bi biryara hevalan hatin navenda Kobanê. Me di bin gelek astengiyê de cenazeyê hevserê xwe anî û defin kir. Piştî me Qehreman defin kir em hatin Pirsûsê. Kobanê bi saya şehîdên me ne ket destên çeteyan. Serê me her tim bi wan bilind e. Tenê 
hêviya me rêhvalên hevserên min e. Ez dixwazim vegerim Kobanê û gora hevserê xwe bibînim."

(kom/zt)