Bi hêviya li welatek azad hevdîtinê…

11:22

 


Nurcan Yalçın/JINHA


AMED Şevin Human ji bo bibe parçeyek ji şoreşa Rojava di meha gulanê de nameyek bi nivîsa ‘Bi hêviya li welatek azad hevdîtinê…’ dinivîse û tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Di dema êrşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê de Şevîn di çeperên pêş de cihê xwe girt û bi wî temenê xwe yê biçuk berxwedanek dîrokî li peyî xwe hêla.


Li Kobanê hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê qehremaniyek mezin ji bo çarenusa hemû mirovahiyê hat kirin. Wan qehremanan ji bo yên li peyî xwe mîrasek mezin hêlan. Di meha despêkê ya berxwedanê de Şevîn Human (Dicle Amed) ya ji Lîcê temenê xwe da girêdana azadiyê. Malbata Şevîn di sala 1990’an de ji gundê xwe bi zora leşkeran koç kirin û gundê wan ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Dema ku mala wan ya li mezraya Qûmrikê ya girêdayî gundê Melê ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin, malbata Şevîn neçar man koçî Amedê kirin. Di sala 1995’an de Şevîn weke zaroka malê ya 5’an li Amedê çavên xwe li jiyanê vekir. Malbatê di sala 2003’an de cardin biryara vegera gund da û Şevîn li Lîcê dibistana amadeyî qedand.


‘Dema ku amadekariyên zanîngehê dikir tevlî şoreşê bû’


Şevîn zivistanan diçu dibistanê û havînan jî li mezraya Qumrîkê alîkarî dida malbata xwe ya ku ajalvanî dikir. Dema ku Şevîn amadekariyê dibistanê dikir, ji nêz ve şoreşa Rojava dişopand û her demê daxwaza xwe ya çunê di anî ziman. Di meha gulanê de Şevîn ket ser rêya ‘Bi hêviya li welatek azad hevdîtinê…’ ji bo beşdarî YPJ’ê bibe derbazî Kobanê bû. Di 15’ê Îlonê dema zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê de di çeperên pêş de cîh girt. Şevîn di meha despêkê ya berxwedanê de, di 25’ê Cotmeha sala 2014’an de li gel hevalek xwe di çepera Rojhilat de jiyana xwe ji dest da. Şevîn li ser milê jinan ber bi warê wê Lîcê ve hat oxirkirin û li Şehîdliga Hêvîdar hat defin kirin.


‘Şevîn li Lîcê bi mêvan perweriya xwe tê nasîn’


Diya Şevîn Selma Human qala Şevîn dike dibêje: “Ji bo ez wê bidim têgihandin ez gotinan nabînim. Keça min gelek jîr û kedkarbû. Di heman demê de ew weke dest û lingên min bû. Ji dibistanê jî gelek hez dikir û gelek jîr bû. Her kesên ku wê nas dikirin heyîranê mêvanperweriya wê bûn. Wê li Lîcê dixwend lê hemû hefteyan di hat gund û alîkariya min dikir. Dema ku çu em lê ne geriyan me got bila rêya wê vekirîbe. Hevalên wê gelekin hemû weledên mene. Piştî çuyî di nameya ku ji bom e nivîsandibû de wiha gotibû: ‘Li min ne gerin, ez gelek kêfxweşim ku em li welatek azad hev bibînin.’


‘Keça min bû sembola Kobanê’


Selma wiha got: “Şevîn ne şehîda despêkê ya malbata meye, lê hêvîdarim bibe şehîda dawiyê. Bila berpirsên ji bo mirina van ciwanan çavên xwe digirin şerm bikin. Tekoşîna ku zarokên me dide tekoşînek bi romete, ji ber wê jî serê me bilinde. Emê jî di tekoşîn û şopa wan de berdewam bikin. Şevîn ne tenê şehîda mine, we şehîda Kobanê û hemû gelê bi romete, di heman demê de ew bûye sembola Kobanê. Bila serê gelê me saxbe. Heger îro Kobanê azade wê demê giyanê keça min jî şad û bextewere.”


 (zt)