Silava roja 160'an ji şervanên YPG/YPJ’ê
11:53
JINHA
AMED - Bi sedan welatî ji bo berxwedana nobetê yên li gundê Miseynter û Elîzerê hatiye destpêkirin hatin cem hev û silava roja 160'an ji şervanên YPG/YPJ'ê re şandin.
Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û ewlehiya ser sînor welatî li ser sînorê navbera Pirsûs û Kobanê de nobetê digirin. Ev nobeta berxwedanê niha bi operasyona azadkirina Kobanê re tê girtin. Berxwedana Kobanê îro ket roja 160'an û bi avakirina zincîra mirovan silav ji şervanên YPG/YPJ'ê re şandin. Bi sedan welatiyên li gundên Miseynter û Elîzerê hatin cem hev bi hilgirtina alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê û berz kirina dirûşmên "Bijî azadiya Kobanê", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Serok jiyan nabe" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" silav ji berxwedêrên Kobanê re şandin.
Piştî avakirina zincîra mirovan li gundên ku jiyana komuna lê hatine avakirin paqijiya hawirdorê kirin.
(zt)

