Li Wanê Mala Piştevaniya Perwredê ya Fatma Tokat hat vekirin
14:22
JINHA
WAN – Li Wanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Gerdunî Mala Piştevaniya Perwerdê ya Sami Dinç rêzebernameyek dane pêşiya xwe. Şaredariya Îpekyolu yê jî li Taxa Rojava Mala Piştevaniya Perwerdê ya Fatma Tokat hat vekirin.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Gerdunî lig elek navendên herêmê çalakiyên cihê reng hene, weke her deverê li Wanê jî çalakî berdewam dikin. Mala Piştevaniya Perwerdê ya Sami Dinç bi awayê cejnê ji bo mamosta û xwendekaran bernameyek amadekiriye. Xwendekar bi kincên xwe yên netewî beşdarî çalakiyê bûn û girêdayî giringiya rojê nirxandin hatin kirin, helbest hatin xwendin û sitiran hatin gotin. Her wiha ji bo xwendekaran pêşbaziya zanînê bi zimanê kurdî hat kirin.
Her wiha ji aliyê Şaredariya Îpekyoluyê ve Mala Piştevaniya Perwerdê ya Fatma Tokat hat vekirin. Hevşaredarê Îpekyoluyê Veysel Keser, endamên meclisa şaredariyê, xwedekar û malbatên xwe beşdarî vekirina Mala Piştevaniya Perwerdê ya li taxa Rojava bûn. Qurdeleya Mala Piştevaniya Perwerdê ya ku dê perwerdê bide pola 5, 6 û 7’an ji aliyê Veysel Keser ve hat birîn. Di roja yekem de ji bo xwendekaran pêşbaziya zanînê hat dayîn. Li xwendekaran pêdiviyên dibistanê yên weke çantê dibistanê, kirtasye, ferheng, ji bo hînbûna kurdî Hînker hatin belavkirin. Her wiha ji bo xwendekarên di pêşbaziya zanînê de bûn yekem tablet xelat hatin dayîn.
Li Salona Konferansê ya Mala Piştevaniya Perwerdê ji bo xwendekaran û malbatên wan ji aliyê Hevşaredarê Îpekyoluyê Veysel Keser ve nirxandin hat kirin. Veysel diyar kir ku her gel bi zimanê xwe hene û wiha domand: “Gelê ku zimanê xwe windakirî, romet, vîn û îradeya xwe jî wenda dikin. Divê her kes bi zimanê xwe jiyan bikin.” Paşê jî koma muzîkê ya ji aliyê xwendekarên Mala Piştevaniya Perwerdê ya Sami Dinç ve hatî amadekirin derketin ser dikê û sitiranên amadekiribûn gotin. Bername bi xelatdayîna xwedekarên di pêşbaziya zanînê de bi ser ketine de bi dawî bû.
(zt)

