Cenazeyê şervanê YPG’ê Ercan Agirbaş anîn Riha

16:21

 


JINHA


RIHA - Cenazeyê şervanên YPG’ê Ercan Agirbaş (Sîpan Gever) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, di deriyê Murşitpinarê re derbasî bakurê Kurdistanê hate kirin.

Şervanê YPG’ê Ercan Agirbaş ê 18’ê Sibatê di çalakiyên hêzên YPG’ê de yên li gundê Girê Sêvê yê başûrê herêma Kobanê jiyana xwe ji dest da anîn Riha. Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê cenazayê Ercan bi tevlîbûna dehan welatiyan, bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re di deriyê sînorê Murşitpinarê re radestî malbatê kirin.

Piştî kar û barên otopsiyê wê cenaze ji bo defnkirinê bibin Geverê.

(zt)