Şandeyek jinan derbazî Rojava bûn
16:41
JINHA
DÊRIK - Şandeyeke jinan ji Bakurê Kurdistanê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Rojava bûn.
Şandeyeke jinên Bakurê Kurdistanê bi armanca şopandina rewşa jinên Êzdî yên di kampa Newroz a bajarê Dêrikê û xurtkirina têkliyan bi sazî û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî ku derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, îro di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandeya jinan ji Endama Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Fatme Gul û endamên Meclîsa Jinan a Koma Civakên Demokratîk (KCD) Sebriya Orak û Feleknaz Ûca pêk tê li Rojavane.
Şande piştî ku derbasî Rojava bû ji aliyê endamên Meclîsa Zangosaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn û Sîham Dawûd, Hevseroka Meclîsa Gel a Bajarê Dêrikê Wesfa Mûsa, Endama Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star Xaliye Murad, Endama Yekîtiya Star Heyfa Ebdî ve hate pêşwazîkirin.
Sebriya Orak derbarê sedema serdana xwe de got ku armanca wan ji vê serdanê ew e ku rewşa jinên Êzdî yên di kampa Newroz a bajarê Dêrikê de bişopînin û têkliyan xwe bi sazî û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re xurt bikin. Sebriya da zanîn ku ew ê bi hemû derfetên xwe hewl bidin alîkariya jinên Rojava û Êzdiyan bikin. Sebriya da zanîn ku ew li kampên Başûrê Kurdistan ên Duhok û Hewlêrê jî geriyane û bi gelek jinên ku ji destên terorîstên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin re hevdîtin pêk anîne.
Piştre şandeyê berê xwe da navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li bajarê Amûdê.
(zt)

