Ji bo giringiya ziman panel hat dayîn

18:14

 


JINHA


AMED - Bi wesîla 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Gerdunî li ser wêjeya zarokan a devkî ya kurdistanê panel hat li darxistin. Hevseroka TZP'a kurdî Fatma Şık kêfxweşiya xwe li hember xebatên zimanê kurdî anî ziman û da zanîn ku ew bi hêviye  xebatên xurtir li hember bişaftinê bên kirin.


Enstîtuya Amedê bo Lêkolînên Sîyasî û Civakî (DÎSA) , Enstûtiya Kurdî  ya Amedê û TZP'a Kurdî li ser wêjeya devkî ya zarokan  bi wesileya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Gerdunî panelek li darxistin. Di panêlê de encamnameya xabatên ji bo perwerdehiya pêşdibistanê bi raya giştî re hat parvekirin. Xebatên wêjeya devkî ya zarokan  di 28’ê Heziran a 2014’an de despêkiri bû û 78 rojan dewam kiribû. Di encama vê xebatê de ji bo perwerdehiya zorokê di temenê 0-6’an de ontolojîyek hat amadekirin. Lêkolîna li 18 bajar, 32 navçe, 2 bajarok û 76 gundan hat kirin di encamê de bi 854 kesan re hevdîtin pêk hatin. 207 çîrok, 1019 mamik- tiştanok, 356 zûgotin, 420 gotinên pêşiyan, 448 biwêj,94 stran, 40 lîstik, 10 pirsên mantqî, 30 metelok, 15 lawik,23 payizok, 30 pêkenok,76 lorî hatin berhevkirin.Hevseroka TZP'a kurdî Fatma Şık, Berpisyarê DÎSA'yê Nejdet Îpekyuz, Mamosta Kurdiderê Enise Çayar, Xebatkara Enstûtiya Kurdî Dîlan Sevîşoğlu, Lêkolînerê DÎSA'yê Atalay Göçer û Ferîdun Bîrgul, Berdevkê komosyona ziman ya KCD’ê Îrfan Babaoğlu wek panalist tevlî panela ku bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Gerdunî li Salona Resepsoyonê ya Sumerpark hat li darxistin.


'Zimanê dayikê mijara esasî ya neteweyî ye'


Hevseroka TZP'a kurdî Fatma Şık axaftina despê kir û diyar kir ku zimanê dayikê mijara esasî ya neteweyî ye. Fatma balkişand ser li hember bikar anîna ziman li heberî bişaftinê û da zanîn ku ev nebese divê polîtikayên perwerdehiyê hebin. Fatma diyar kir ku roja zimanê dayikê û xebata ku ser wêjeya devkî ya zorokan kelecanek dide wan û wiha got: "Em pir kêfxweşin ku di encama van xebatan de bernama perwerdehiya zarokan û ontolojî derket zarok pêşeroja me ne zarokek eger bi çanda xwe mezin bibe netewek bingaha wê saxlem ava dike." Fatma di dawiya axaftina xwe da got ku em hêvîdarin bersivê xurtir li hember asîmlasyonê werin dayin.


Li ser navê KCD'ê Berdevkê komosyona ziman ya KCD’ê Îrfan Babaoğlu jî axivî û dîyarkir ku bi sed salane wêjeya zimanê kurdî bi devkî jiya û  wiha axivî: "Gelê me êşê xwe bi stranan û bi çîrokan gotiye û hatiye heta îro û gelê kurd hebûna xwe bi her awayî derxistiye holê. Ev 40 sal zêdetire gelê kurd ji bû hebûna xwe çand û zimanê xwe tekoşîn dide, bedel dide."


(ma/zt)