Jinên berasteng ji ber rîska tacîzê di malan de tên hebs kirin

09:49

 


JINHA


AMED - Wergervana Zimanê Danîşanê ya Navenda Piştgirıya bi Astengdaran a Sumerparka Amedê Şeyma Yenenler diyar kir ku Jinên berasteng ji ber ku nikarin xwe bi parêzin gelek caran rastî istismara cinsî tên. Şeyma da zanîn ku malbat fikara dikin zarukê xwe yên berastang derxîn devre loma jî jinên ber asten mahkumî jiyana nav çar dîwara tên kirin.


Kesên ber asteng di nav jiyanê de astangiyan dijîn ji ber ku jiyan li gorî kesên neber asteng  hatiye dizayn kirin û nêzakatiya nebaş a li hember ber astangan dibe sebeb ku ber astang ji civakê biqetin û têkevin nav qalikê xwe. Gelek astangdar di nava çar dîwara de jîyana xwe dididomînin. Wexta berastang jîn be ev rewş kurtir û girantir dibe.  Wergervana Zimanê Danîşanê ya Navenda Piştgirıya bi Astengdaran a Sumerparka Amedê Şeyma yenenler diyar kir ku malbat fikara dikin zarukê xwe yên berastang derxîn devre. ji ber  ku ditirsin tacîzi zarukê wan were kirin ji zarokê xwe naqetin. Şeyma da zanîn ku civak bi nêzîkatiya xwe jinan di malê de dide sekinandin,  jinên  ber asteng  vê rewşê  bêtir dijîn û wiha axivî: “Divê ji bo nêzîkatiya li hember berastangan perwerdehî were dayin. Divê nêrinên li hember  berastangan bên gûhertin."


‘Jinên berasteg dixwazin xwe ji îstîsmara zayendî biparêzin’


Şeyma da zanîn ku yek ji pirsgirêkê jinên ber asteng istismara cinsî ye û wiha pêde çû: "Jinên ku nabînin ya jî ê di mêjîyê wan de pirsgirêk hene ji istismarê re vekirine. Mesela jinên ku nabînin kesê ku nebaş nêzikî wan dibin nasnakin disa kesên ku di mêjê wan de pirsgirêk hene nêzikatiyê li hember xwe fam nakin û dengê xwe li hember tacîzê nakin." Şeyma got ku komek jinên ji çavê xwe ber astengin  ji bo ku xwe biparêzin ji wan xwestine ku qursên lihevxistinê bidin wan


Şeyma bal kişand ser dîzayna bajêr û wiha got:" Astengiya li hember ber astengan civak tenê nîne dizayna bajêr bi tu awayî li gorî ber ber astengan nehatiye dizayn kirin. Rempayê bajêr, ronahiyên trafîkê hemû ji bo rêveçuna  ber astangan zehmet dikin. Em dibêjin lê bajêr bi xwe asteng e."


'Bila hurmetê bidin me'


Hava Şanli(15) ya ku ji zarukatiya xweda dest û lêngê xwe nikare bi xebitîne diyar kir ku  pirsgirêka wanî herî mezin çunûhatin e û wiha got:"Peyare bilindin rê xerabe ne tekelikê kursî yê min tê de di aliqe, otepês di her derî de derbas nabin." Hava da zanîn ku ew heta mecbur nebe pir dernekeve derva wexta derdikeve derva jî kesên ku henekê xwe bi wan dikin aciz dibe û wiha dewam kir:"  Bila ji bîr nekin ku em jî İnsanin, her kesek ji astengdariyê re namzet e ."  Hava bang li civakê kir ku bi hizyar tevbigere û hurmetê  bide wan.


'Ez herî zêde ji zilam û trafîkê ditirsim'


Saliha Taşkina ku keçeka wê ya berasteng heye dîyar kir ku ew keça xwe qet ji xwe na qetine û wê bi tenê naşine ber derî jî û wiha behsa metirsiyên xwe kir: "Ez wek dayika  herî zêde ji mêran û trafîkê ditirsim yek bi destê wê bigre û bive nizane, famnake. Heger mêr bûna ez ewqas neditirsiyam ez saxlemim jî ditirsim. Dinya xera biye. Min keça xwe hînî malê kir ana ew jî qet naxwaze biçe ji derve." Salîha bilêv kir ku şertê berastengan pir zehmetin ji ber vê yekê jî pêwiste kes bi hiskirin nêzikî wan bibin û wiha behsa keça xwey berasteng kir: "Bronşît pê re heye carnan ji ber nexweşîna xwe ranazêvwe çaxê ez jî ranazêm. Ez cara difikirim ku ez bimrim ewê çawabe ji halê wê."


(ma-ra/zt)