Îskenca 16 salan qediya lê hîna ewlehiya canê wê nîne
09:52
JINHA
AMED – Hîna 13 salî bû şevekê gotin “Emê te bi berdel bizewicînin” milê wê girtin û ew xergandin heya birin avêtin malek dinê ya ku wê qet nas nedikir. 16 salan ew rastî tecawîzê hat û îskence dît. Li gel zaroka xwe ya 8 mehî çu mala sitargehan û doza berdanê da despêkirin. K. K her dem bi mirinê hat tehdîd kirin, ew dixwaze jiyanek bêyî tirsa mirinê bide despêkirin.
Di pergala deshilatiyê de jiyana jinan din ava pencên dewlet-civak – mêr de tê tarî kirin. Li gorî lêkolînên hatine kirin; ji her 4 jinan yek jê di temenê zarok de bi zorê hatine zewicandin. K. K jî hîna 13 salî bû bûye qurbanê hilbijartina zewacê ya hinek dinê. Piştî zewaca birayê wê yê mezin bê pirs wê ji dibistanê dikin û bi berdelî bi zorê di zewicînin. Di derbarê wan rojan de K. K wiha dibêje: “Şevekê ez razayîbûm, bavê min û birayê minê mezin gotin: ‘Emê te bizewicînin.’ Bi zorê solê min xistin lingê min û din ava heriyê de ez xergandim, heya ez birim malek ya min qet nas nedikir û ez danîm kêleka mêrekê.” Wê şevê bi zorê bi F. K re hat zewicandin û roja dinê K. K rastî îskence û lêdanê hat.
‘Ez her roj rastî tecawîzê hatim’
K.K a ku aniha dixwaze demildest ji F.K bi qete wiha behse jiyan xwe dike: "Ez 13 sali bûm Birayê min keçek revandibû. Nîvê şevê bavê min û birayê min gotin rabe em dikin te bidin yekî. Bi zorê bi piyê pêxwas min bi erdê re kaşkirin ji bo ku ez neqîrim destê xwe dan ser devê min, bi zorê destê min girtin di nav heriyê de kaşkirin." K.K diyardike ku ew kesê pêre zewiciye berê qet nasnedikir û wiha dibêje: "Min mêrê ku dê bibana hevserê min jî naznedikir hin zilam hetibûn devê derî , min ji gorma xwe re got kijan zilamê min e, me hevdu nasnedikir. Me hevdu nedixwest."
'Xwest keça min bi xeniqîne'
Di jiyana K.K'de piştî ku di zewice şîdet kêm nabe. K.K wiha behsa şideta ku lê hatiye kirin dike: "Min nikaribû nan bixwara, min nikaribû av vexwara , min nikaribû perdê ber paca bikşandina, mêrê min li min dixist derî li ser min qefil dikir, nan nedida min carna min derdixist ber derî ez li ser pêlika radiketim. Rojekî çaydanê ava kelandî bi min da kir û min şewitand." K.K wexta behsa jiyana xwe dike rondikê çavê wê dibarin û tenê kare bêje: “Ez êdî nikarim.”
K.K dîyar dike ku hevserê wê nexweşîyê şîzofrenîyê ye û vê yekê pîştî zewace din av neh deh rojan de ferk kiriye lê xwesiya wê ev yek qebulnekîrîye û îda kiriye ku F.K nexweşê tîfoyê ye loma carnan bi xwera di axive. K.K dide zanîn ku F.K bi şev di nav malê de kesên heyalî digeriya û carek keça xwe ya biçuk şibandiye kesên biyanî û xwestiye wê bikuje û K.K wîha dewam dike: "Kesên heyalî didit digot wayê sê kes li dora te ne. Bi şev dihat li cîhê min dinêrî, şevkê dikir keça min bi xeniqandina ."
'Malbata min jî piştgirî neda min '
K.K tevî hemû kirinên hevserê xwe jî ji bo qetandina jê piştgirî ji tu kesî nestandiye him malbata wê him jî malbata hevserê wê jê re gotîne tu bimrî bi mînî tuyê li cem hevserê xwe bê. K.K diyar dike ku ew ji bo şidetê nevîne çuye cem malbata xwe lê malbatê wê nehewandiye û wîha dibêje: "Rojeki li min xist cînaran min ji destê wî xelaskirin cînaran bangî xwişka min kir got ma vîya keça we bi kuje jî win bi ser de nayên. Dure ez çum cem malbata xwe xesiya min îftira li min kir û got ew neheqe, êdî xesiya min jî min nexwest got tu here em kurê xwe xweydikin, min û keçaa min avêtin derva. Malbata min jî min qebul nakir."
'Ez êdî vê şidetê qebul nakim'
K.K ku li derva dimîne diçe mala stargaha ya jinan piştre doz li hevserê xwe vedike an niha dadgehê F.K ji malê dur xistiye. F.K tevî biryara dadgehê jî xwestiye nêzî malê bibe li ser vê yekê dadgehê biryara girtinê ji F.K re daye. K.K bi fikare ke ku di demek nêzîk de F.K were berdan û were wê bikuje.K.K dide zanîn ku ew êdî serî li ber vê zilmê natewîne û wiha dibêje: "Em di televzyona da dibînin bi hezaran jin tên kuştin tev wek mene. Ka çi sucê wan heye. Bira êdî tu jinek nê kutin. Ji bo keça xweez li ser kingan disekinim"
jiyana wê di xeteriyê daye û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Bira jin êdî şidetê nebînin. Jinê me pir tên kuştinê kes dengê xwe nake. Jinên wekî min pirin nikarin dengê xwe bikin. Divê serî rakin gava em tev bibin yek kes nikare zilmê li me bike. Em dibinin zarukê me jî dimînin qiza min ana ji mêran nefret dike tesira me li zarukê me jî dike ica ez bang dikim bira ji min re bibin alikar ez ji vî zilamî xelas bibim ne wisa be ezê bêm kuştin"
(ma-za/zt)

