'Ji ber me dest ji axa xwe berdaye em pişmanin'

09:54

 


Mizgin Tabu/JINHA


STENBOL – Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê bi hezaran Kobaniyan warê xwe terikandin, hatin aliyê Tirkiyê li bajarên cuda bi cîh bûn. Kobaniyên li Setenbolê di şertên der mirovane de dijîn diyar kirin ku ew li bendêne dest bi avakirina Kobanê bê kirin ji bo ew vegerin warê xwe.


Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê bi hezaran Kobaniyan dest ji cîh û warên xwe berdan û bi neçarî derbazî aliyê Tirkiyê bûn û li bajarên cuda cuda bicîh bûn. Welatiyên Konbanê li ser piran, kenarên rêyan û di karê herî zor de dixebitin ji bo xwe bidin jiyan kirin. Pêdiviyên serekeyên jiyanê yên weke hewandin, perwerde û tenduristî ji bo Kobaniyan nayên dabîn kirin. Hem jî ji ber ji hestên xwe bûnê bê par mane travmayan dihîn.


‘Ezê vegerim axa xwe’


Vahîde Murat ya ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar maye axa xwe terikandiye, hatiye li navçeya Fatih ya Stenbolê bicîh bûye diyar kir k udi jiyana wan de ya herî zor hewandine û got: “Em di malek biçuk de dijîn. Dema ku baran tê ban dilop dike. Ez li gel zarokên xwe em 3 mal li vî xaniyî de dijîn û gelek zoriyan dikêşin.” Vahide da zanîn ku ew gelek bi axa xwe ve girêdayîne û dixwazin vegerin axa xwe. Vahide destnîşan kir ku ji malbata wan jî windahî hatine dayîn û keça wê jî di nava refên YPJ’ê de dem ali hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir şehîd ketiye.


‘Em poşmanin hatine Stenbolê’


Cihan Hemo ya Kobanî jî diyar kir k udi pêvajoya şoreşa Rojava de piştî gelek zoriyan welatiyan gelek deskeftî bi des xwe ve gihandine. Cihan da zanîn ku piştî li Kobanê şer despêkir ew neçar man ji cihê xwe derketin û koçî stenbolê kirin, lê niha ew poşmanin hatine Stenbolê û wiha domand: “Malek heye mirov nikare bikeve hindirê wê, heger ev mal jî nebana emê ji derve mabana. Ev mal ratubate em nikarin nefes bigirin.” Cihan bilêv kir ku ji ber sermê her dem zarokên wan nexweşin. Cihan derbirî ku mirov bê weten nikare bijî û wiha domand: “Dema ku em diçin nexweşxanê pirsên weke hun kurdin? Erebin? Dipirsin. Ji ber em tirkî nizanin gelek caran ji ber em nikarin derdê xwe vebêjin, bêyî ku bên tedawî kirin cardin vedigerin.” Cihan destnîşan kir ku ji bo ew vegerin Kobanê rojan dijmêrin.


‘Emê bi hev re Kobanê ji nû ve avabikin’


Cihan balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê û wiha dom kir: “Emê vegerin Kobanê çî dibe bila bibe em êdî vê jiyanê na pejirînin. Dibe kul i Kobanê pereyê me nebû, lê em li mala xwe bûn, ew axa mebû, em ayîdê wê bûn. Weke vêderê em nedihatin paşde xistin. Em xwe ayîdê vêderê nabînin, ji ber wê demek beriya demekê em dixwazin biçin.” Cihan diyar kir ku Stenbol bajarek gelek xweşike, lê ve xweşik bûn ji bo wê tuştekê îfade nake.


Cihan dibêje: “Bila dewlet destê xwe ji ser Rojava bikişin. Ji ber Rojava êdî azade. Heger dixwazin Kurdistanê avabikin bila alîkariyê bidin ji nû ve avakirina Kobanê.” Cihan anî ziman ku YPG û YPJ’ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa dan meşandin û got: “Piştî DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir me gelek şehîd dan. Kobanê dê bi xwînê hebûna xwe bide pejirandin. Dê Kurdistan hemû bibe yek. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê divê hemû mirovnê xwedî wijdan alîkariyê bidin. Ji bo em ji nû ve Kobanê avabikin.”


(zt)