Leşkerên tirk li Suleyman Şahê operasyon pêk anî
10:40
JINHA
RIHA - Artêşa Tirk bi hevkariya Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê bi awayekî fermî bi 40 wesayîtên zirxî derbasî Rojava bû û berê xwe da gor Suleyman Şah. Hat îdiakirin ku di encama operasyonê de 105 leşker hatin tehliyekirin û leşkerek di encama qezayê de mir.
Artêşa Tirk ji bo leşkerên li Tirba Suleyman Şah asê mane rizgar bike bi hevkariya Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê re ket nava têkiliyê. Ji bo rizgarkirina lekeran bi li hev kirin û li ser vê lihevkirinê 40 wesayîtên zirxî derbasî Rojava bû û operasyonek pêk anî. Hat îdiakirin ku di encama operasyonê de 105 leşker hatin rizgarkirin û leşkerek jî di encama qezayê de mir. Tirba Suleyman Şah a ku di navbera Reqqa û Kobanê li kêleka Çemê Firatê ye ev 6 meh in Qereqola Saygin di bin dorpêça terorîstên DAIŞ'ê de bû. Ev çend roj in terorîstên DAIŞ'ê dorpêça xwe teng kirin û Vegustina ku 15 rojan carekê pêk dihat ev 6 meh in pêk nayê.
Nehiştin ku kes nêzîkî sînor bibin
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin rayedarên tirk ên bi rêvberiya Kantona Kobanê re rûniştin li ser operasyona li hemberî Tirba Suleyman Şah pêk were li hev kirin. Li ser vê lihevkirinê leşkerên tirk di korîdora hatiye vekirin de derbasî Tirba Suleyman Şah bibin û leşkerên li wir asê mane rizgar bikin. Operasyon şevê din dest pê kir. Wesayîtên zirxî, gelek leşker û wesayîtên sînyalan tevlîhev dikin sînyalên li Pirsûs û Kobanê qut kirin û ji ser sînor derbasî bûn. Di dema derbasbûnê de 4 helîkopter bênavber li ser sînor geriyan û nehiştin tu kes nêzîkî sînor bibin.
Walîtî qedexe kiribû
Ji bo ewlehiya operasyona walîtiya Rihayê di 19 û 23'ê sibatê xeta ser sînor wekî herêma leşkerî îlan kiribû. Piştî van geşedanan şevê din saet di 21.00'a de operasyon dest pê kir. Di çarçoveya operasyonê de wesayîtên zirxî yên di di nava wan de 39 tang hebûn ji Deriyê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bûn. Wesayîtên zirxî yên di Qada Azadî der derbasbûn ber bi Triba Suleyman Şahê ve bi rê ketin.
Leşker hatin tehliyekirin
Dî encama operasyonê de 20 jê bereyên bordo, zêdetirî 20 fermandar bi tevahî 105 leşker hatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku leşkerek di bin tangê de ma mir. Leşkerên ku hatin rizgarkirin li Fermandariya Tabura Cendermeyan a Pirsûsê tên rawestandin.
Her wiha Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di seatên serê sibê de daxıuyaniyek weşand û diyar kir ku eşyayên tirbê û darbest birine gundê Eşme ya ber Firatê ya di bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê de ye.
(zt)
