Rapora otopsiyê ya Ozgecan Aslan hat diyar kirin

11:22

 


JINHA


MERSİNRapora otopsiyê ya Ozgecan Aslan ya kul i navçeya Tarsus ya Mêrsînê bi hovane hatî qetilkirin hat aşkerekirin. Ji neynikên Ocgecan  li gorî DNA yê qatîl diyarbû. Di raporê de hat dîtin ku ser pişta jina ciwan gelek derbê kêran û birînên bi derbê mirinê hatiye dîtin, di serê wê de jî darbê cisimên travmatîk û di tevayî bedena wê de gelek cihên ji ber derban reş û belek bûne hene.  


Rapora otopsiyê ya Ozgecan Aslan ya ku dem ali Mêrsînê ji bo biçe mala xwe li minubusê sar bûyî û ji aliyê ajovanê minubusê ve bi hovane hatî qetilkirin diyarbû. Di raporê de hat zanîn ku ser bedena wê gelek derbên kêran û birînên bi darbê mirinê hene. Li gorî nûçeya di çapemeniyê de cîh girt bi tayîbetî jî di beşa pişta wê de gelek derbên kêran hatine dîtin, di serê wê de jî şuna cismên bi derbên mirinê hene û di tevayî bedena wê de gelek cihên ji ber derban reş û belek bûne hene.


Di raporê de hat diyar kirin ku beşek mezin yê bedena wê şewitiye. Ji lêkolîna ser neynikan hatî kirin qatîlê Ozgecan hat dîtin. Paşê bi testa DNA yê qatîlê Ozgecan hat dîtin.


Saziya Tiba Edli ya Enqerê rapor ji bo Serdozgerê Komarê Ayhan Akyol yê Tarsusê şand. Dema ku rapor gihişt ber destê Dozger Ayhan li gel hamû agahiyên di destê wî de dest bi nivîsîna îdianameyê kir û dê di demek kin de îdianameyê bişîne dadgehê.


(zt)