Mêrê bi daran li jinê xistiye û birîndar kiriye serbeste!

12:10

 


JINHA


STENBOL Cihek din yê kul ê mêr şidetê li jinan dikin û bê ceza dimînin Buyukçekmeceye. Funda Guneş ya 54 salî ku ji aliyê cîranê xwe A. C ve bi daran hatî lêdan û ji ber lêdanê 14 kêlî li serê wê hat xistin. Funda dibêje: “Ez naxwazim weke Ozgecan bimirin.” Cîranê wê yê li wê şidet kirî A. C jî serbeste. 


Her ku diçe li Tirkiyê şideta ser jinan zêde dibe û berdewam dike. Yek ji van jî li Buyukçekmeceya Stenbolê hat jiyan kirin. Funda Guneş ya 54 salî dema k udi sala 2003’an de di qezayek ya trafîkê de keça xwe Ebru Guneş ya 19 salî winda dike ji bo jiyan kirina xwe ajalan xwedî dike. Cîranên wan yên ku ji xwedîkirina ajalan ya Funda ne rehetin despêkê ew bi mirinê tehdît dikirin. Funda ser tehdîtan şikayet kir û cîranê wê A. C 6 mehan di girtîgehê de ma.


14 qeyîd li serê Funda dan û mêr serbest hat berdan!


Cîranê Funda A. C yê ku ew tehdîd dikir bi daran li Funda xist. Funda wiha qala roja ku şidet dîtiye dike: “Ji ber tehdîdan ez hefteyekê di malê de mam. Ji bo ku xweliya sobê birijim ez wê şevê daketim baxçe. Dema ku ji baxçe min xwest bikevim hindir min li pêşberî xwe A. C dît. Bi darê k udi dest debû êrîşî min kir. Li serî, beden û milê min xist û her digot: “Ezê te bikujim.” Bi dengê qêra min cîran hatine ez birim mala min. 14 kêlî li serê min xistin. Ewlehiya canê min nemaye. Ez naxwazim weke Ozgecan bimirim.”


Ya herî balkêş jî ewe ku piştî lêpirsînê A. C serbest berdan.


 (zt)