Pervîn Buldan: Yasa pêşî li şideta ser jinan vedike
12:26
JINHA
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku berxwedan ji bo "Paketa ewlehiya nevxweyî" denekeve dane destpêkirin dê bidomînin û got: “Bi vê paketê dixwazin pêşiyê li şidet, tacîz û tecawîza ser jinan vekin.”
Nîqaşên li ser "Paketa ewlehiya nevxweyî" li Lijneya Giştî ya Meclîsê didome. Ligel hemû hewldanên muxalefetê jî AKP paketê bi awayekî lez û bez digire dest û dixwaze derbas bike. Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan der braê mijarê got ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî paketê bidomînin. Pervîn da zanîn ku ligel dijberiya muxalefetê AKP hewl dide bi lez û bez vê paketê di meclîsê de derbas bike. Pervîn destnîşan kir ku bi qebûlkirina vê paketê azadî bê sînorkirin û da zanîn ku binçavkirinên kêfî zêde bibin, cezayên giran li welatiyan bê birîn û ya herî girîng jî pêşiya tundî, tecawiz û tacizê were vekirin.
Pervîn anî ziman ku bi vê paketê hewl didin dîktatoryayê bînin. Pervîn bilêv kir ku heke muxalefet li hemberî vê paketê li ber xwe bide wê demê îktîdar neçar bimîne ku paketê paşve bikşîne û wiha axivî: "Wê vê zagonê ya paşve bikşînin yan jî li gorî daxwaza muxalefetê madeyan derxînin. Ev paket bi vî halî wê neyê derxistin."
Pervîn derbirî ku divê ev paket ji komîsyonê paşve vegere û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi tu awayî nehêlin ku ev zagon derkevin. Em ê berxwedana xwe ya li hemberî vê paketê bidomînin."
(zt)

