Şîlan Rojînda: Çare hevberdana heta hetayê ye

13:46

 


Tamara Asmîn/JINHA


BEHDÎNAN – Endama Koordînasyonba KJK’ê Şîlan Rojînda di kesayeta Ozgecan Aslan ya li navçeya Tarsus a Mêrsînê hatî qetilkirin qirkirinên jinan nirxand û got: “Tenê çare ji vê pergala mêran ya hovane qetandina bêdawiye. Dê jiyana jinên hewceyî pergala mêran bibe qirkirin. Em bi hiş, wijdan, estetîk, felsefe, ekonomî, huner, parastina cewheri û jinolojiya xwe pergala xwe avabikin. Em hesab ji pergala mêrên derewîn û despot bixwazin.”


Endama Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Şîlan Rojînda, qetilkirina Ozgecan Aslan a li Tarsusa Mêrsînê û zêdebûna qetilkirinên jinan ên li Tirkiyeyê nirxand. Rojînda diyar kir ku ya mêr bê sûc dibîne û jinê jî tim kule dike kevneşopiyên zayendperestin. Rojînda ragihand ku pergala heyî bê rawest canwiran diafîne û wiha axivî: “Hîna civak li ser qetilkirina Ozgecan diaxive , di nava Amedê de jinek ciwan a din tê qetilkirin. Her kes li ser terora mêr diaxive, lê kes li ser ê ku vî rolê dide mêran na axive. Divê em qala rastiya heye bikin. Faşîzma lawê rast ê pergala desthilatdare, baş nayê nirxandin. Çawa ku tabloya wehşetê ya faşîzan ne eserê tenê keseye, tundiya mêr jî  divê ne tenê bi çend mêrên hov, bê veşartin. Em qala serdemekê ku hov lê zêdebûne dikin. Qanûnên kujer bê sûc  dîtin wijdana mirovan birîn dike.”


‘Em hovan diafirîn in’


Rojînda destnîşan kir ku divê mirov tim pirsan ji xwe bipirse û wiha domand: “Divê em tim li xwe mêze bikin. Divê em pirsên ‘me zarokên xwe çawan mezin kirin, min wijdan, dil û ruhekê çawan nîşanî wan da’ bikin. Divê em ji bîr nekin ku îro mêrên ku bi awayekê hovane qetil dikin, tecawiz dikin û jinên ku rastî wehşetek wiha tên jî zarokên mene. Tu mirov bi awayekê hov nehatiye dinê. Aqilê me, çand, siyaset, kulan, dibistan, netewperestî, zayendperestî, oldarî, zanistî û ragihandina me mirovên hov diafirîne. Ez bi xemgînî dibêjim, ên ku hovan diafirînin em bixwene.”  


‘Em hesap bipirsin’


Rojînda daxuya kirin ku hetanî jin bêrêxistin, bêtêkoşîn, bêçalakî û bêparastin bimînin, dê ji aliyê zarokên xwe ve bên qetilkirin, rastî tecawizê bên û bên îstîsmarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ku jin bihêz û zane bibin, dê ewqa ji kuledarî, îstîsmarê, tecawiz û qetilkirinê xelas bibin. Em çiqas bê hêz bisekinin, em ê ewqas rastî siyaset, aborî, tacîz û tecawiza pergala zilamê hov ê wehş bên. Divê em xwe bigihînin asta ku em karibin hesap ji zilamê hov bipirsin. Yekem care ji vê pergala hovane ya mêran, ji hevberdana heta hetayê re derbas dibe. Divê em wijdan, aqil, estetîk, felsefe, aborî, huner, parastina xwe ya xweser û bîrdoziya xwe avabikin û ji mêrê despot û derewîn hesap bipirsîn.”


(aw)