Li gundê Eşme yê di kontrola YPG/YPJ’ê de xebatên tirbê didomin

13:58

 


JINHA


RIHA - Li gundê Eşme yê li rojavayê Kobanê, cihê nû yê Tirba Suleyman Şah tê amadekirin. Li gundê di bin kontrola YPG/YPJ’ê de ku tang hatine bicihkirin, leşker li gir qada ji bo tirbê bê bikaranîn bi têlan dorpêçkirin.

Tirba Suleyman Şah û Qereqola Saygi ya li gundê Karakozak a li ber qeraxa Firatê ev demeke di dorpêça çeteyên DAIŞ de bû. Ji bo tirb ji tehdîda çeteyan bê rizgarkirin, şevê din bi operasyoneke hevpar ji aliyê şervanên YPG/YPJ û leşkeran pêk hat. Leşkerên derbasî Kobanê bûn leşkerên li Qereqola Saygin asê mabûn, darbest û alavên bi qîmet veguhasin Tirkiyeyê. Leşkerên derbasî Eşme bûn li Eşmeya binxetê li ser girekî cihekî nû ji bo tirbê amade dikin. Gundê Eşme yê li rojavayê Kobanê berî niha bi 10 rojan ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve ji çeteyên DAIŞ hatibû rizgarkirin û azadkirin. Cihê nû yê tirbê 100 metre dûrî sînor e.

Tirba Suleyman Şah cara ewilî di sala 1973'an de ji ber gola Bendava Tabka bilin bû ji Keleha Caber a kêleka Firatê veguhestin gundê Karakozakê. Di sala 1995'an de jî ji ber bilindbûna ava Bendava Teşrînê careke din beguhestina tirbê ket rojevê. Niha jî ji ber gefa DAIŞ'ê ji wir hat rakirin û anîn gundê Eşmeyê.


(zt)