Navenda jiyana jinên Lîcê Nûjiyan

09:32

 


Nurcan Yalçın / JINHA


AMED – Navenda Jinan Nûjiyan ya ku dibinya Şaredariya Lîcê de xebatên xwe berdewam dike 7 salin hem ji bo jinan derfetên kar dide û hem jî derfetên aktîvîteyên civakî dide. Ji xebatkarên Navenda Jinan Nûjiyan Civaknas Yuksel Çasytaş diyar kir ku wan bi 3 jinan dest bi xebatê kiriye û niha hijmara wan gihiştiye 40’an.


Navenda Jinan Nûjiyan ya ku ji sala 2008’an heya niha xebatên xwe berdewam dike, hem ji bo jinan derfetên kar daye û hem jî derfetên aktîvîteyên civakî dide. Navenda Nûjiyan qursên weke kuafor, atolye, nexş, dirun, perwrede û werzîşê dide jinan. Navenda jinan li hemberî hişmendiya mêran ya ku jinan di malan de digirin, derfetên kar ji bo jinan ava dikin û hewil didin jinan ji malan derxînin. Navenda jinan ya ku 7 salin xebatên xwe bi rêve dibe di heman demê de ji bo avakirina jiyana demokratîk jî tekoşînê dide. Ji xebatkarên Navenda Jinan Nûjiyan Civaknas Yuksel Çasytaş da zanîn ku wan bi 3 jinan dest bi kar kir û niha jî hijmara wan gihştiye 40 jinan.


‘Armanca me mezinbûne’


Yuksel destnîşan kir k udi sala 2008’an de ew du jin bûn bi awayek dilxwaz dest bi kar kirin û paşê di sala  2010’an de wan aktîf dest bi karê xwe kir û wiha got: “Despêkê di Lîcê de potansyelek hebû, lê di aliyê fîzîkî de hîna negihiştibû. Herî zêde me di aliyê rêxistinî de xwe rêk xist. Ev xebatên me bi vî awayî heya hilbijartina derbasbûyî berdewam kir. Hilbijartinên herêmî perspektîfek nû da pêşiya me û me dest bi armancên xwe mezinkirinê kir. Niha bi qasî 40 jinên beşdarî qursan dibin hene. Em hewildidin hîn zêdetir jinan beşdar bikin.”


‘Hişmendiya berê hilweşiya’


Yuksel derbirî ku ew hewildidin potansyela jinên Lîcê bilind bikin û wiha domand: “Nûjîn di Lîcê de ferqêdebûnek mezin avakir. Dema ku pirsgirêkek girêdayî jinan bê jiyîn, êdî bi rehetî dikarin serî l ime bidin. Êdî em dikarin bêjin li Lîcê di aliyê siyasî û civakî de potansyelek ya jinan heye. Dema ku hişmendiya jinan ya siyasî pêşket xwestekên wan jî pêşdikevin. Hişmendiya berê hilweşiya. Niha êdî hijmara jinên xebatkar zêde dibe. Heger ku îro jin tên ji bom e dibêjin: ‘Em dixwazin bi xebitin û di aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe bigirin’ ev şoreşeke.”


‘Ji bo mezinbûna navenda me divê alîkarî bê dayîn’


Remziye Dursun ya ku ji sala 2008’an heya niha di Navenda Jinan Nûjîn de dixebite jî girêdayî xebatên xwe wiha dibêje: “Heger em li dema men û despêkirî binêrin niha em gelek ber bi pêş çune. Em îsal hatin navenda xwe ya nû. Em hewldidin navenda xwe mezin bikin. Ji bo em navenda xwe hîn zêdetir mezin bikin û zêdetir qursan vekin divê ji bom e alîkarî bê dayîn. Tenê hatina jinan ji bom e bese. Niha sê qurs û atolyek me heye.”


Banga ji bo jin ser lingê xwe rawestin


Nevîn Çiçek ya ku ev 2 salin li navendê kuaforiyê dike jî derbirî ku armanca wan ya herî mezin ewe ku jin ji malên xwe derketin û wiha berdewam kir: “Li Navenda Jinan Nûjiyan tenê armanca me ne waneyên atolyayêne, her wiha em hewil didin hişmendiyê bidin jinan, wan ji nava malan derxînin û tevlî xebatên civakî bikin. Xwendekarên ku tên gel me piştî edmekê êdî hevalên xwe jî li gel xwe tînin. Dema ku neyên nizanin li vêderê navendek çawan heye. Ez bang li hemû jinên Lîcê dikim werin em bi hev re kar bikin, xwe mehtacî kesê nekin di aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe bigirin.”


‘Pirsgirêkên min derbasnedikir di Nûjiyan de min derbas kir’


Ji xebatkarên navendê Şirvan Bagir jî diyar kir ku ew di gelek aliyan de perwrêd didin jinan û wiha dom kir: “Di serî de zimanê kurdî em di gelek aliyan de perwerdê didin jinan. Li gorî min ev navend ji bo jinên Lîcê awantajek mezine. Dema ku em hatin navendê me gelek tişt zanîn. Heta ji destê met ê em dixwazin tiştekê bidin jinên dilxwaz. Em mudaxeleyî pirsgirêkên jinên şidetê dibînin dikin. Pirsgirêkên heya niha me derbasnekirî di Nûjiyan de me derbas kir.”


‘Divê jin weke kole jiyan kirinê ne pejirînin’


Ji xebatkarên navendê Bêrîvan Bulut jî anî ziman ku ev 4 mehe wê Navenda Jinan Nûjiyan naskirî, ev meheke di qursa nexş û dirunê de perwrde dibîne û got: “Ez dixwazim hemû jin beşdarî navendê bibin. Em naxwazin êdî jin mîna koleyan bijîn. Ne tenê jinên Lîcê jig undan jî jin dikarin bên tevlî me bibin.”


 (ae/zt)