'Dema Kobanê azad bû ez çum ser mezarê lawê xwe'
09:35
JINHA
AMED – Şervanê YPG’ê Sîdar Yayik yê k udi berxwedana Kobanê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand li Kobanê jiyan xwe ji dest da. Dayîka Menîce Yayik ya ku dema Kobanê azad bûyî çuyî ser mezara lawê xwe Sîdar diyar kir ku tenê daxwaza wê çuna Kobanê bû û wiha got: “Roja ku Kobanê azad bû ez çum ser mezara lawê xwe. Min kêla li ber serê hemû şehîdan maç kir.”
Dema ku şervanên YPJ/YPG’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek bê hempa didan meşandin, şervanên ku jiyana xwe ji dest didan li peyî xwe berxwedanên destanî dihêlin. Yek ji wan jî Sîdar Yayik (Welat Amed) e. Sîdar di 24’ê Nîsana 2014’an de beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Piştî berdewam kirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser herêma Kobanê Sîdar derbazî Kobanê bû û cihê xwe din ava tekoşînê de girt. Di berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de Sîdar jiyana xwe jidest da. Dayîka Sîdar Menîce Yayik ya 39 salî kul i Taxa Dîcle ya Amedê dirune lawê xwe Sîdar yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî vegot.
‘Bi destê şikestî ve berşdarî berxwedanê bû’
Dayîka Menîce diyar kir k udi sala 2014’an de dema lawê wê Sîdar beşdarî nava refên PKK’ê bûyî destê wî şikestî bû û wiha domand: “Dema ku lawê min hat malê min pirsî birsiye yan na. Lê wî bersiva ne birçiye da. Derbasî odê bû û ji bom in got ‘Dayê montê min l imin bike.’ Min jî montê wî lêkir. Wê demê weke dê biçe dersxanê b imin re axivî. Lê hîna dîtin bû ew. Ji wê rojê û şonde min ji wî tu xeber negirt. Dema ku Serdar berşdarî nava tekoşînê bûyî bavê wî jî ne li malê bû. Ez li her derê li peyî sîdarê xwe geriyam lê min tuştek jê nezanî. Piştî 6 mehan ew geriya û diyar kir kul i Kobanê ye.”
‘Bê xwestin ezê jî çekê bigirim destê xwe’
Menîce da zanîn ku nêzî du mahan lawê wê Sîdar li Kobanê ma û di berxwedan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe jidest da û wiha berdewam kir: “Di 13’ê mijdara sala 2014’an de me Sîdar sipart axê. Piştî Sîdar min û zarokên xwe em zêdetir bi tekoşîna azadiya gelê kurd ve hatin girêdan. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê ji peyî vê dozê venegerin. Ma zarokên me vala ewqas tekoşîn kirin û ketin bin axa giran. Bê xwestin ezê jî çekê hilgirim û ji bo gelê xwe tekoşînê bikim. Ezê tucarî ji vê dozê vengererim û vê tekoşînê bernedim.”
Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê banga yekîtiya kurdan
Menîce li hemberî çeteyên DAIŞ’ê banga yekîtiyê li hemû kurdan kir û wiha dom kir: “DAİŞ jî dewlet li pişta wanin. Dewletê nehişt birîndarê me bînin nexweşxanê jî nayêlin wan xelas jî bikin li wê derê dimînin heta yek ji wûndahiya zêde ya xwînê diçe. Eger elaqa dewletê û DAİŞê bi hevre tuneye çima di derî de disekine û nahêle kes derbas bibe"
‘Deqa Kobanê azad bû ez çum Kobanê ser mezara lawê xwe’
Menîce bilêv kir k udu rojan lawê wê Sîdar birîndar maye nehêlane li sînorê Tirkiyê re derbas bibe û wiha pêde çu: “Piştî sê rojan Sîdar şehîd ket. Heger dewleta Tirkiyê destur dabana dibe ku niha lawê min jiyan kiribana. Lê destur nedan û lawê min şehîd ket. Roja ku Kobanê azad bû ez çum ser mezara lawê xwe. Min hemû kêlên ber serê şehîdan maç kir.” Menîce anî ziman ku yekem daxwaza wê çuna Kobanê ya azadbû û wiha got: “Dema kur ê vebe ezê biçim Kobanê.”
(ma-ra/zt)

