'Leşkerên tirk kurê min bi zindî şewitandin'

09:42

 


JINHA


RIHA - Endamê HPG'ê Lokman Alî (Rojhat Kobanê) di sala 2006'an de di şerê li Çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Lokman, Hedlê Mihemed (60) diyar kir ku leşkeran îşkenceyek hovane li kurê wê kirine û bi zindî şewitandine. Hedlê got ku. 

Kantona Kobanê bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê di dawiya 134'an ji çeteyên hovanê yên DAIŞ'ê hat paqij kirin û berxwedana Kobanê di dîrokê de cihê xwe girt. Her wiha di vê dîroka hat nivîsandin de bi saya şervanên YPG/YPJ'ê Kantona Kobanê ne ket destên çeteyên terorîst. Ciwanên kurd ne tenê li Rojava li Bakur jî di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van şervanan Lokman Alî (Rojhat Kobanê) ye. Endamê HPG'ê Lokman di 22'yê tîrmeha 2006'an de li Çiyayê Gabarê ew û hevalê xwe Salih Kiçî (Serbest Kiçî) re li hemberî leşkerên tirk berxwedanek destanî nîşan dan. Lokman û Salih, piştî fîşekên wan xelas dibin, dîl dikevin destên leşkeran û hat îdiakirin ku bi awayekî zindî ji hêla leşkeran ve hatine şewitandin. Dayika Lokman, Hedlê Mihemed (60) piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Tilêjbê bi xwesteka şervanên YPG/YPJ'ê hatiye Pirsûsê. 

'Kurê min kesekî pir fedakar bû'

Dayika Hedlê diyar kir ku kurê wê tu caran zilm qebûl nedikir û wiha axivî: "Lokman di sala 1980'an de hat cîhanê. Kurê min yekî pir fedakar bû. Her tim li hemberî zilmê û neheqiyê bû. Ji gelê xwe hez dikir. Girêdayî tevgera kurd bû. Dema Serok Apo hat girtin ew jî tevlî nav refên gerîla bû. Heta sala 2000'an li Qandîlê bû. Dawiyê derbasî Botan, Zap û Zagrosê bû. Hevalên hemûyan jê hez dikirin."

'Dewleta tirk jî mirovan bi zindî dişewitînê'

Dayik Hedlê destnîşan kir ku dema leşkeran êrîşî wan kirin ew û hevalekî xwe li hemberî leşkeran bi seatan şer kiriye û heta fîşekên wan xelas bûye bi awayekî lehengî şer kirine û wiha pê de çû: "Cerdevanan ciyê wan îxbarî leşkeran kiriye û li ser vê yekê bi ser wan de digrin. Hevalên xwe ji ciyê şer de derxist. Piştî vê yekê lingên xwe girêda û wek şêran li hemberî leşkeran sekinî. Fîşekên wan xelas bû pêve dîl dikevin destên leşkeran. Leşkeran îşkenceyek hovane li wan kirin û dawiyê jî bi benzînê wan bi zindî şewitandin. Dema agir bera canê wî dabû ne got 'ay!' jî. Tu cudatiya dewleta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê tune ye. DAIŞ'ê jî mirovan bi zindî dişewitînin. Kurê min şehîdekî leheng bû. Kesî wiha tune bû. Berpirsyarekî mezin bû. Niha ez nizanim gora wî li ku derê ye. Tenê min hestiyê wî bidîtiya jî besî min bû. Serê min bi kurê min Rojhat her tim bilind e. Şehîdên me tu carî namirin û ala wan danakeve."

'Min karîba ez ê jî li hemberî çeteyên dagirker li Kobanê şer bikirama'

Dayik Hedlê bi lêv kir ku 3 keç û 3 kurê wê jî di nava berxwedana Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de jî cîh digrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevserê min jî zû de ye jiyana xwe ji dest daye. Ez û kure xwe, bûka xwe û 2 newiyê xwe li vir in. Kurê min jî nexweş e. Ez bi vî temenê xwe yî mezin li wan dinerim. 6 zarokên min jî li Kobanê li hemberî çeteyên hovanê terorîstên DAIŞ'ê welatê xwe diparêzin. Min karîba ez ê jî biçûma Kobanê li hemberî çeteyên dagirker şer bikirama. Ligel hemû lîstikên qirêj Kobanêya me neket û şervanên me yên YPG/YPJ'ê rizgar kirin."

(kom/zt)