‘Mirov dikare li hemberî hemû zehmetiyan têbikoşe’

09:49

 


JINHA


RIHA – Piştî rizgarkirina Kobanê bi hezaran welatiyên Kobanê niha li benda vegera Kobanê ne. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji gundên Kobanê hatin paqijkirin li hemû derê mayin danîne û ev jî vegera welatiyên Kobanê dixe nava zehmetiyê. Dayikên di nava konbajarên bi aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de dimînin gotin ku ew ji hemû şert û mercên zehmet re amade ne û dixwazin vegerin Kobanê.

Piştî rizgarkirina Kobanê bi hezaran welatiyên Kobanê li benda vegera welatê xwe. Rêveberên Kantona Kobanê jî dan zanîn ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji sedî 90 bajar hatiye hilweşandin û her wiha çeteyên DAIŞ’ê di reva xwe de li gelek cihan mayin danîne û heya bajar bi hemû aliyan ve neyê baqijkirin vegera Kobanê dê bi xwe ve gelek pirsgirêkan biafirîne. Li hemberî hemû talukeyan welatiyên Kobanê bi hesreteke mezin li benda vegera welatê xwe ne. Bi pêşengiya ‘Komîsyona ji nû ve avakirina Kobanê’ de ji bo welatiyên vegerin Kobanê li rojhilatê Kobanê konbajarek tê amadekirin. Dayikên Kobanê diyar kirin ku demildest divê ku konbajar bê amadekirin û ew ê hesreta xwe bi cih bînin.

'YPJ/YPG bila cem min be bila ez heya mirinê di konbajaran de bijîm’

Dayika bi navê Cîhan Mistefa (40) ya ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat ê ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye vekirin de dimîne diyar kir ku dema ku ji Kobanê koçbûn hemû tiştê xwe li pişt xwe hiştine û hatine Pirsûsê û wiha axivî: “Di jiyana min de demên min ên herî xweş, herî baş û herî rengîn li Kobanê de ne. Şervanên YPJ/YPG’ê ji bo me ji bo welatê me canê xwe feda kir. Bila ez li cem şervanên YPJ/YPG’ê bim bila heya mirinê ez di nava konbajaran de bijîm. Ger konbajar li Kobanê bê vekirin ez yek roj li vir namînim û ez ê herim Kobanê di nava konbajar de bimînim."

‘Tu alîkarî valahiya welat nikare tijî bike’

Dayika bi navê Zenû Brahîm (45) jî der barê şervanên YPJ/YPG’ê de got ku ji bo rizgarkirina Kobanê em bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê ditewînin û wiha pê de çû: “ Birayên me yên bakurê Kurdistanê ji bo ku şert û mercên me xweş bibin û em di nava konbajaran de jiyanekê baş derbasbikin çi ji destê wan tê dikin û kedek pir mezin didin. Lê her çiqas jiyaneke xweş ji bo me amade bikin jî nikarin valahiya hesreta welatê ku me jiyanek li ser derbaskirî tijî bikin. Bes bila em vegerin Kobanê, ji bo hemû biryarên rêveberiya Kantona Kobanê girtin rêzê digirin û ew çawa hez bikin em ê bi wan bikin.” 

'Ez li benda wargeha 70 salan im’

Dayika bi navê Xetîce Hiso (70) ya ji gundê Cibnê ya Kobanê ye got ku xwesteka wê ew e ku carek din vegere Kobanê û jiyana xwe li ser axa Kobanê bidomîne. Xetîce hesreta dilê xwe wiha anî ziman: “Di cihanê de nirxên mirovahiyê herî yên pîroz şervanên YPJ/YPG’ê ne yên ku li hemberî vê hovîtiyê jiyana xwe ji dest dane. Van şervanan ji bo azadkirina welatê xwe jiyana xwe ji dest da. Êdî em nikarin tu tiştî ji wan bixwazin û pêdiviya konbajarên wan jî tune ne. Bila ez vegerim welatê xwe yê ku min 70 sal li ser derbaskirin û bila ez qehremanên xwe yên YPJ/YPG’ê bibînim tu tiştekî din naxwazim. Ez dikarim li ser axa xwe bi her awayî bijîm.”

‘Xeyala vegera Kobanê jî min bi coş dike’

Derbarê hişyariyên rêvebereriya Kobanê de dayika bi navê Şemsê Hemo (40) jî anî ziman ku em li benda biryarê rêveberiya xwe ne û wiha axivî: “ Ez dixwazim ku niha vegerim Kobanê. Xeyalên ku carek din derbaskirina rojên di nava Kobanê de min bi coş û heyecan dixe. Heta şervanên YPJ/YPG’ê bajar û gundê me bi hemû aliyan ve paqij nekin em li gorî xwestek û biryarên wan çiqas dem derbas bibe jî em dikarin di nava konbajar de bimînin.”

(kom/zt)