Tedawiya zarokê Kobanê dewam dike
10:27
JINHA
RIHA - Xeteriya li ser jiyana Şiyar Mihemed (12) ê di şewata konê li wargeha AFAD'ê de bi giranî birîndar bû, ji holê rabû û tedawiya wî dewam dike.
Şiyar Mihemed (12) ê ji ber şewata li konê malbata Mihemed ê li wargeha AFAD'ê roja 16'ê Sibatê derket bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê tedawiya wî dewam dike. Di şewata ji ber sobeya elektrîkê derket de zarokên bi navê Diyar (13), Elî (14) û Şiya birîndar bûbûn û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Şiyar Mihemed ji ber şewata li rû, mil û lingên wî ya di asta duyemîn de, rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.
Hat ragihandin ku xeteriya jiyanê ya Şiyar ji holê rabûye, lê wê demeke din li nexweşxaneyê bimîne. Birayên wî Diyar û Elî jî ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
(zt)

